Polîsan êrîş anîn, jin li ber xwe didin

Bi pêşengiya Koma Kampanyaya Peymana Stenbolê Bi Cih Bîne li Stenbol Kadikoyê jin hatin cem hev, polîsan êrîş anî ser jinan. Jin li ber xwe didin.

Koma Kampanyaya Peymana Stenbolê Bi Cih Bîne li dijî vekişîna ji Peymana Stenbolê ya AKP-MHP'ê li Kadikoy-Beşîktaşê hatin cem hev. Jin bi rengên xemrî ji gelek kuçeyên Kadikoyê ber bi iskeleyê ve meşiya. Li gel ku polîsan her kuçe dorpêç kiribû jî jin herikîn qadê.

Jinan bi dirûşmeyan gotin, ''Bijî piştevaniya me ya jinan'', ''Em ê cîhanê bihejînin''. Gel jî bi çepikand destek da jinan. Polîsan piranî caran gef li jinan xwar ku pankartan bînin xwarê.

Jinan bi dirûşmeyên,''Dengê xwe rake'', ''Ji biryarê bi paş ve bavêje, peymanê bi cih bîne'', xwestin ku têkevin qadê, polîsan êrîş bire ser jinan.

Jin li dijî êrîşa polîsan berxwedaniya xwe didomînin.