Polîsan di ser mala Xanim Onûrê de girt

Polîsan di ser mala Xanim Onûrê de girt

Alîkara Şaredarê Cizîrê ya berê Xanim Onûr ku di demjimêrên şevê de ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi biryara dadgehê serbest hate berdan, yekîneyên polîsan di ser mala wê de girtin. Bavê Onûrê Cemal Yûral bi gotinên “Di roja serbest hatî berdan de ma tiştek wisan dibe” bertekên xwe nîşan da.

Alîkara Şaredarê Cizîrê ya berê Xanim Onûr ku bi biryara 7’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê serbest hate berdan û giha keça xwe ya nexweşa losemî Solînê, polîsan di ser malê de girt.

Bavê Xanim Onûrê Cemal Yûral agahî dan ANF’ê û got: “Polîs hatin malê û gotin îxbar heye. Hatiye îdîakirin ku di balxona me de gule hatiye berdan. Lêgerîn kirin lê tiştek nedîtin. Di her quncikê malê de li çekê geriyan.”

Yural da zanîn ku, “Yê îxbar kirî heye, yan jî hebe kî ye em nizanin… lê belê tiştek wisan çênebû. Em çûn qereqolê û me îfade dan. Pirskirin ka zirar dane malê yan na. Me jêre got çi zirar li malê nebûye. Mal serûbin kirin û li amêrê sûc geriyan. Lê belê tiştek nedîtin.” Yural aşkera kir, “Di dema serdegirtinê de keçe min jî bandor bû, zarok jî. Di roja serbest hatî berdan de ma tiştek wisan dibe? Ma kî dê ji vê keyfxweş be, em nizanin…”

Yural daxwaza xwe ya li gel keça wî pêwîste di demek zûde girtiyên din jî yên siyasî bêne berdan dubare kir û got; “Keça min ji ber zarokên wê hate berdan, lê belê malbat û zarokên her kesê hene. Pêwîste her kesê serbest berdin.”