Polîsan bi ser mala Kemalbay de girtin
Polîsan bi ser mala Endama Melcîsa Partiyê ya Kemalbay de girtin.
Polîsan bi ser mala Endama Melcîsa Partiyê ya Kemalbay de girtin.
Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay ku peywira xwe dewr kir û bû endamê Meclîsa Partiyê îro polisan bi ser mala wê ya Stenbolê ya Esenyûrtê de girtin. Li gel ku kesek li malê nebû jî polîsan deriyê malê şikandin, ketin hundir û li malê geriyan. Piştî ku li malê geriyan polîsan qufla dêrî bi çîlîngirê guhartin û çûn.
Derbarê Kemalbay diyar bû ku di nav çarçoweya qirkirina siyasî de biryara girtinê heye.