Polîsan avêt ser konê sersaxiyê: kesek hat binçavkirin

Polîsan avêt ser konê sersaxiyê: kesek hat binçavkirin

Polîsan bi ser mala şînê ya ji bo gerîla Burhan Zirig (Karker Kici) yê di sala 1997’an de  jiyana xwe ji dest dabû hatibû avakirin de girtin û al û posterên li kon hatin desteserkirin û her wiha birayê Zirig, Bahattîn Zirig hat binçavkirin.

Polîsan di dema serdegirtinê de bombeya gazê avêt û ji ber gaza zêde gel kon terk kir. Di dema serdegirtinê de polîsan raste rast bombeya gazê avêt.

Polîsên ji wesayîtên xwe hatin xwar, posterên Ocalan û wêneyên gerîla Zirig desteserkirin û her wiha birayê wî Bahattîn Zirig binçavkirin.