Polîs ji bo komkujiyên nû çeka elektroşok stend

Polîs ji bo komkujiyên nû çeka elektroşok stend

Muduriyeta Giştî ya Emniyetê, ji bo polîsê Stenbol 20 çekên elektroşok şand. Ev çeka ku li gorî daneyên Rêxistina Efûyê bûye sedema mirina 400 kesan, dê "di rewşên pêwîst de" ji aliyê polîsan ve were bikaranîn.

Serokatiya Daîreya Asayîşê ya Muduriyeta Giştî ya Emniyetê, ji Muduriyeta Emniyetê ya Stenbolê re 20 çekên elektroşok şand.

Ji Muduriyeta Şaxê Xizmetên Pêşîgirtinê li 54 personelan, piştî perwerdeya 3 rojan çek hatin belavkirin.

Tê gotin, çeka ku tê îdîakirin "dê di rewşên pêwîst de" bê bikaranîn, bi pêlên şokê mirovan ji hiş dixe û her çend hewl tê dayîn ev çek bêguneh bê nîşandan jî, daneyên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî vê yekê derew nîşan didin.

Li gorî daxuyaniya rêxistinê, ji sala 2001'ê û vir ve ji ber çeka elektroşok li gelemperiya cîhanê 400 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tê gotin, eger çek gelek caran were bikaranîn, dikare rê li ber krîz dil veke.

Çeka elektroşok a li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê hatiye hilberîn, Tirkiyê 100 heb jê kirî ye û piştî Stenbolê dê li Enqerê vê çekê 'biceribîne'.