Polîs derbarê binçavkiriyan de agahiyan nade
Polîs derbarê binçavkiriyan de agahiyan nade
Polîs derbarê binçavkiriyan de agahiyan nade
Piştî êrîşa tund a şevê din li Taksîmê nayê zanîn ku kesên hatine binçavkirin li ku derê ne. Polîs dibêje “Ne ligel me ne” lê parêzeran destnîşan kir polîs qeyda kesên binçav dike nagire.
Li gorî agahiyên ji Komeleya Huqûqnasên Hemdemî hat wergirtin; duh ji 13 kesên hatine binçavkirin û qeyda wan hatine girtin 12 kes birine Şubeya Asayîşê ya Uskudar û hatine berdan, 1 jî birine Qereqola Polîsan a Taksîmê û hîn di bin çavan de ye.
Komeleya Huqûqnasên Hemdemî destnîşan kir ku polîs tenê yek kesê di Qerekola Polîsan a Taksîmê de ye qebûl dike ku di bin çavan de ye, lê belê ji bo kesên din ên binçavkirî jî dibêje: “Ligel tu kesên din ên binçavkirî nîn in”