Polîs bi îdiya ku ‘ranewestiyaye’ ciwanê Kurd kuşt
Polîs bi îdiya ku ‘ranewestiyaye’ ciwanê Kurd kuşt
Polîs bi îdiya ku ‘ranewestiyaye’ ciwanê Kurd kuşt
Ciwanê bi navê Muhammet Oyke yê bi 21 salî bi îdiaya ku guh nedaye hişyariya polîs a ‘raweste’ hatiye kuştin.
Li Gebzeyê di 16’ê nîsanê de saet li dora 05.00’an de, wesayîte ku 3 kes tê de bû berbi Stenbolê ve diçe û polîsan xwest li nokteya lêgerînê bide rawestandin. Hate îdiakirin ku, wesayît destpêkê hinek rawestiyaye û pişt re bi lez û bez reviyaye. Li ser vê yekê jî di navbera ekîbên polîs û wesayîtê de gengeşî dest pêkiriye. Piştre polîsan raste rast gule barandiye û ciwanê Kurd yê bi navê Muhammet Oyke yê 21 salî ku li koltixa dawî runiştibû û qeydê nifûsa Qersê bû, bû hedefa guleyan. Kesên di wesayîtê de bûn Oyke birin nexweşxaneya Sultanbeyli ya Stenbolê û ji wir veqetiyan. Oyke ligel hemû hewldanên doktoran jiyana xwe ji dest da.
Ji ber ku dereng agahî dan malbatê, malbat dereng bi bûyerê hesiya. Piştî otopsiya Saziya Tiba Edlî cenazeyê Oyke radestê malbatê hat kirin. Hate îdiakirin ku Oyke demek berê ji leşkeriyê firar kiribû. Cenazeyê Oyke birin mala wî ya taxa Ertugrul Gazî ya Pendîkê.
Cenaze piştî nimêja nîvro dê li goristana Şihli bê definkirin.