Polêsan bend danîn pêşiya cenazeyê Sarisuluk

Polêsan bend danîn pêşiya cenazeyê Sarisuluk

Polês û jendermeyan nehiştin cenazeyê Ethem Sarisuluk ê ji aliyê polês ve hat kuştin, bibin Qada Kizilayê.

Cenazeyê karkerê OSTÎM'ê Ethem Sarisuluk, ku di 1'ê Hezîran de di çalakiya ji bo piştgiriya berxwedana Parqa Gezî de bi guleya polêsan hat kuştin, ji bo merasîma cenaze birin qada Kizilayê, lê belê polês û jendermeyan rêya Batikentê girtin.

Polês nahêlin girseya gel cenaze bibe qada Kizilayê û hevdîtina di navbera xwediyên cenaze û polêsan de dewam dike.

Di rapora doh a otopsiyê de bi awayekî zelal eşkere bûbû ku Sarisuluk ji aliyê polês ve hatiye kuştin û cenazeyê wî ji aliyê girseyek mezin ve rakirin Mala Cem a li Batikentê.