Platforma Taksîmê: Berxwedan berdewame
Platforma Taksîmê: Berxwedan berdewame
Platforma Taksîmê: Berxwedan berdewame
Platforma Piştevaniya Taksîmê piştî civîna xwe ya bi saetan berdewam kir şûnde îro biryara xwe aşkera kir. Platformê got; “Ji îro şûnde em bi hêz û dînamîka xwe ya ku ji têkoşîna me li hemû welat û cîhanê belav bû, li dijî hemû neheqî û mexduriyetan emê berxwedana xwe bidomînin.
Biryara ji civîna Platroma Piştevaniya Taksîmê hat girtin hat aşkera kirin. Platformê daxwaz kir ku wlatiyên di berxwedana li her çar aliyê welat de pêk hatin, hatin girtin bila bên berdan û got: “Em wek piştevaniyê nobeta xwe didomînin. Em dê bibin şopdarên daxwazên xwe.
EV DESTPÊKE TÊKOŞÎN DIDOME
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Berxwedana me ya bi qetilkirina darên parqa Gezî dest pêkir, li hemû Tirkiyeyê belav bû û hêrsa welatiyan a li dijî desthilatdariya AKP’ê ya 10 salan mezin bû. Bi sedan kes bi roja 18’emîn de têkoşîna xwe berdewam kirin. Di berxwedanê de gel rastî şîdeta tund ya polîsan hatin. Bû hedefa polîsan. Em di pêvajoyeke ku hemû mafê mirovhiyê hatine binpêkirin de ne. Gel li dijî şîdetê daket kolana û veguhertin tevgereke gel.
Platfomê di berdeawmiya daxuyaniya xwe de da zanîn ku di nava 18 rojan de 4 welatî mirine û gelek welatî jî seqet mane û hişê xwe wenda kirine. Her wiha Platformê da zanîn ku gelek kes di çalakiyan de hatine binçavkirin û daxwaz kir ku demildes bên berdan.
Platformê destîşan kir ku di vê pêvajoyê de tiştek dîtine ku berxwedan li her derê didome û dê bidome. Platformê da zanîn ku dê çalakiya xwe ya nobetê bidomînin û bibin şopdarê daxwazên xwe.