Platforma Komeleyên Herêmî nerazîbûn nîşanî êrîşan da
Platforma Komeleyên Herêmî nerazîbûn nîşanî êrîşên desthilata AKP/MHP’ê da û peyama ‘Em serî natewînin’ da.
Platforma Komeleyên Herêmî nerazîbûn nîşanî êrîşên desthilata AKP/MHP’ê da û peyama ‘Em serî natewînin’ da.
Platforma Komeleyên Herêmî ya daxuyaniyek nivîskî da, bal kişand ser êrîşên dagirker û qirker ên desthilata AKP’ê ya li ser gelê Kurd û HDP’ê.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşên li ser meşa HDP’ê û zayendperest a li Başak Demîrtaş çavkaniya xwe ji heman hişmendiyê digire.
Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Ne êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û aştî û aramniyê tîne, ne jî êrîşên li ser HDP’ê xizmetê ji biratiya gelan û demokrasiyê re tîne. Êrîşa bê exlaqî ya li ser Birêz Başak Demîrtaş jî encamên şerê tê rêvebirine. Em serî li ber êrîşan natewînin, dev ji destkeftiyên hatine bidestxistin bernadin.”