Platforma Ked û Demokrasiyê HDP ziyaret kir

Nûnerên Platforma Ked û Demokrasiyê bi mebesta piştgiriyê seriyek da Rêxistina HDP’ê ya Mersînê.

Piştî ku hevserok û wekîlên HDP’ê hatin girtin, bi mebesta piştevaniyê nûnerên Platforma Ked û Demokrasiyê seriyek dane Rêxistina Bajêr a Mersînê ya HDP’ê. Berdevkê Platformê Kemal Goksoy di ziyaretê de axivî û got êrîşa bi ser HDP’ê de êrîşa bi ser têkoşîna azadiyê û kedê de ye û wiha diyar kir, "Pêşî Çapemeniya Azad bêdeng kirin. Kedkar ji kar hatin kirin. Wekîlên HDP’ê hatin girtin. Ev ji hev ne serbixwe ne."

Berdevkê Platforma Şûbeya Mersînê ya KESK’ê Kenan Hazar jî got, girtina wekîlan nayê qebûlkirin û ew li cem HDP’ê ne.

Rêvebera Cemevî ya Mersînê Nurhan Kiliçkaya jî got, "Em yek kes jî bimînin em ê li dijî zexta li ber xwe bidin."

Cîgirê CHP’e yê Bajarê Mersînê Dûrşûn Koç jî got, li dijî polîtîtîkayên dij demokrasiyê yên AKP’ê ew ê li pişt HDP’ê bin.

Hevserokê Bajêr a Mêrsînê yê HDP’ê Sadun Dogan jî got, mesebe bi girtina hevserok û wekîlan ne sînordar e û got berê xwe daye hemû muxalîfan.