Platforma Gurgumê: Em ji Ewropa li benda hewldanên hê zêdetir in
Di civîna li bajarê Kehl ê Elmanyayê ya ji aliyê Platforma Jiyana Gurgumê ya li Ewropayê hat lidarxistin de ji bo astengkirina wargeha AFAD’ê ya li Teroyan banga piştevaniyê hate kirin.
ANF
KEHL
în, 6 gulanê 2016, 17:49
Di civîna li bajarê Kehl ê Elmanyayê ya ji aliyê Platforma Jiyana Gurgumê ya li Ewropayê hat lidarxistin de ji bo astengkirina wargeha AFAD’ê ya li Teroyan banga piştevaniyê hate kirin.
Di civîna ku moderatortiya wê rojnamevan Huseyîn Elmali û Bariş Yilmaz kir de, Berdevkê Tirkiyeyê yê Platforma Jiyana Gurgumê ya li Ewropayê Salman Akdenîz, Parêzerê wê Mûstafa Torûn, Hevseroka NAV-DEM’ê Fatoş Goksûngûr, ji nûnerên HDP’ê yê Ewropayê Fayik Yagizay, Serokê Giştî yê AABF’ê Huseyîn Mat, Parlamentera Partiya Keskan a Swîsreyê Sîbel Arslan, Berdevkê ATÎK’ê Alî Atîk, Berdevka AGÎF’ê Zeynep Dîren, Nûnerê FÛAF’ê Hakan Alca, Berdevkê Platformê yê Swîsreyê Huseyîn Torûn, ji berdevkên Ewropayê Alî Renklîtepe amade bûn.
Berdevkê Tirkiyeyê yê Platforma Jiyana Gurgumê ya li Ewropayê Salman Akdenîz û parêzerê platformê Mûstafa Torûn têkîldarî 6 mehên dawî nirxandin kirin.
Serokê Giştî yê AABF’ê Huseyîn Mat jî got dewlet dixwaze Elewiyan bide revandin û li cihê wan hovên xwe bi cih bike.
Hevseroka NAV-DEM’ê Fatoş Goksûngûr jî wiha axivî: “Em wek sazî ji destpêkê ve li berxwedanê xwedî derdikevin û em ê bi awayekî bi bandor jî vê bidomînin.”
ji nûnerên HDP’ê yê Ewropayê Fayik Yagizay got bi çendan caran HDP’e ev wargeha AFAD’ê ya hewl didin li Teroyan çêkin ji rojava Meclîs û MPKE re ragihandine û wê ji niha û şûn de jî di rojevê de bigirin.
Parlamentera Partiya Keskan a Swîsreyê Sîbel Arslan jî got wê di mehên pêş li ser navê Keskên Swîsreyî heyetek ji parlamenteran derxin û bi armanca piştevaniyê biçin Teroyan.
Berdevka AGÎF’ê Zeynep Dîren jî got ew dewleta îro Kurdistanê dişewitîne û hildiweşîne, her der tarûmar kiriye; 1937-38 li Dersîmê, 1978’an li Gurgumê û qetlîamên wek van organîze kiriye, her tişt jê tê.
Dîren bi bîr xist ku di serî de jin, li Rojava bi saya berxwedanê destkeftiyên şoreşê çêbûne, destnîşan kir ku li Teroyan jî tenê bi tenê xeta berxwedanê dikare bi ser keve.
Berdevkê ATÎK’ê Alî Atîk jî banga “Bikaranîna her cure derfetan” kir.
Nûnerê FÛAF’ê Hakan Alca destnîşan kir ku divê têkîldarî mijarê saziyên Elewî yên li Ewropayê heyetan bişînin Teroyan û hê bi hestiyartir bin, bal kişand ku ev nêzîkatiya AKP’ê û dewletê ya li beramberî Elewiyan tinehesibandin e.
Berdevkê Platforma Jiyana Gurgumê ya li Ewropayê yê Swîsreyê Huseyîn Torûn jî ev gotin: “Li beramberî me dewlet nîne, dewletek hiqûqê hîç nîne, zîhniyetek şerîatparêz heye. Bi Kurd, Elewî û sosyalîstan, di serî de yên Ewropayê divê boykotên berfireh li dar bixin, bi zanebûna ku navenda berxwedanê li Teroyan e, divê çalakiyên ku tevî NY, wê berpirsiyariyên saziyên navneteweyî bînin bîra wan bêne lidarxistin.”
Ji organîzatorên aktîvîteyê û ji berdevkên platformê yên Ewropayê Alî Renklîtepe jî got wek gelek mirovî ew bi xwe jî tevlî berxwedana li Teroyan bûye, agahî da ku wê bi navê “Platforma Jiyana Gurgumê ya li Ewropayê” bi kar bînin.