Platforma Baweriyan ji bo mîtînga Hambûrgê bang kir

Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê li dijî Civîna Bilind a G-20 daxuyaniyek da û got, "Divê teqez pêşî li hêzên ku mafê mirovan xesp dikin, bê girtin." Platformê ji bo mîtînga li Hambûrgê banga tevlîbûnê kir.

Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê, li ser Civîna Bilind a G-20 daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li dijî vê komê, ku aboriya herî mezin a cîhanê di destê wan de ye, paratina mirovên bindest tê wateya parastina nirxên olî û însanî."

Platformê diyar kir, li dijî hêzên ku ev cîhana weke bihuştê hatiye afirandin kirine dojeh, divê têkoşîneke hevpar bê dayin û got, "Yên ku mal û milkên cîhanê di nava xwe de parê kirine û mafên mirovan xesp kirine, divê teqez bên rawestandin."

Di dawiya daxuyaniya platformê de hat gotin, "Mafê jiyanê yê hemû her kesî ye, yê hemû zindiyan e, yê xwezayê ye û divê her kes li ber xizanî, mêtîngerî û zilmê rabe. Bi taybetî li Rojhilata Navîn li dijî Erdogan têkoşîn bê dayin, li dijî dîktatorê ku Rojhilata Navîn û Kurdistana bexçê olan veguherandiye qebrîstanê, em dengê xwe bilind bikin.

Em bi hev re li dijî şer aştiyê, li dijî xizaniyê aramiyê, li dijî bindestiyê azadî, li dijî cihêkariyê wekhevî û li dijî zilmê divê em edaletê biparêzin.

Ji bo cîhaneke jiyan lê pêkane, em li Hambûrgê li hev bicivin."