Plana AKP’ê û muxalefeta Sûriyeyê têk diçe!- Tariq Hemo
Plana AKP’ê û muxalefeta Sûriyeyê têk diçe!- Tariq Hemo
Plana AKP’ê û muxalefeta Sûriyeyê têk diçe!- Tariq Hemo
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan di axaftineke xwe de êrîşî Kurdên Rojava kir û îda kir ku PYD hatiye dorpêbkirin û tam tengav bûye. Ev daxuyaniyên Erdogan cara yekê bi vî şêweyî yekser û eşkere tên dayin. Ew cara yekê ye ku PYD'ê wek partiyek rojava bi nav dike.
Gelo sedemên van axaftinan di vê demê de çi ne û rastiya rewşê çi ye?
Divê bê gotin ku berovajî îdayên Erdogan niha tevgera welatparêz ya Kurd li rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê di xurtirîn poziyonê de ye. Raste ku PYD pêşengtiya berxwedan û tekoşîna Rojava dike, lê Desteya Bilind a Kurd nûnertiya tevahiya gelê Kurd li Rojava dike. Hêza PYD di bin banê vê desteyê de ye. Her weha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî wek hêzêk rewa ya girêdayî Desteya Bilind a Kurd hatiye qebûlkirin. Her çiqasî hinek nakokî û pirsgirêkên rojana rû bidin jî, lê dîsa hevkariya hêzên Kurd gelekî li pêş e.
Têkilyên bi eşîrên Ereb jî tên xurtkirin. Di vê dema dawî de tê behskirin ku dê li Qamişlo kongreyek mezin ya biratiya gelan lidarbikeve. Jixwe Asûrî-Sûryanî û Ermenî jî hêza Kurdan wek hêza xwe dibînin û dizanin ku ev hêz rê li pişiya mudaxeleya dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî rêxsitina El Qaîdeyê digrin.
Ev di warê yekîtiya Kurdan de, lê di warê berxwedana li Serêkaniyê rewş çawa ye?
Li Serêkaniyê hêzên YPG'ê û welatparêzên Kurd û hin ciwanên Ereb berxwedaneke bêhempa li hemberî komên çete nîşan dan. Tevî hemû alîkariya eskerî û lojîstîk ya hikûmeta AKP'ê lê dîsa ev kom têk çûn û şikestin. Bi sedan hatin kuştin û birîndarkirin. Hema hema mirov dikare bêje tevahiya bajêr ji van komên çete hatiye paqijkirin. Tê gotin ku kesê bi navê Newaf Ragip El Beşîr jî, ku wek serokê çeteyan dihat nasîn, ji ber vê binkeftinê, istîfa kiriye. An jî ji aliyê AKP'ê ve hatiye qewitandin.
Di warê eskerî de niha li tevahiya heremên rojavayê Kurdistanê desthilatdarî û serweriya YPG'ê heye. Welatparêzên Kurd, endamên partiyên girêdayî Desteya Bilind a Kurd ew jî cihê xwe di nava vê tekoşînê de digrin.
Ji ber hindê axaftinên Erdogan têkçûna siyaseta wî derbarê Rojava de nîşan dide.
PYD ne tengav e...
PYD bi yekîtiya gelê Kurd û biratiya tevahiya gelên heremê xurt û pêşeng e. PYD li himberî komên çete yên di bin kontrola Tirkiyeyê de bi ser ket. Neket hin lîstokan û destûr neda şerekî Kurd û Ereban.
Ji ber van sedeman Erdogan tengav e. Ew tenê dilê xwe xweş dike..
Di destpêka şerê li Sûriyeyê de me diyar kir ku dewleta Tirk wê hemû cureyan bikar bîne da ku Kurdan qels bike û hêza wan têk bibe. Di serî de dê planên qirêj li dijî PYD birêse. Lê eger Kurd li ser piyan bimînin û van planan vala derbixin, dê AKP'ê neçarî wê yekê bibe, Kurdan wek statû û hêz li rojava qebûl bike.
AKP'ê siyaseta xwe ya dijminane li dijî Kurdên Rojava li ser 3 hîman ava kir.
- Divê hêzên muxalefeta Ereb nasnameya Kurdan li Sûriyeyê red bikin û li dijî projeya Xweseriya Demokratîk tedbîran bigrin.
- Divê eşîrên Ereb li heremên rRjava bên biçêkirin û li dijî Kurdan bikevin nava liv û tevgerê.
- Divê hin komên Kurd yên girêdayî Tirkiyeyê û muxalefeta nijadperest bên biçekirin û li dijî PYD û partiyên din yên welatparêz şer bikin.
Dewleta Tirk dê planên xwe li dijî Kurdan dewam bike. Niha ew zextê li ser komên çete zêde dike da ku diyalogê bi YPG re red bikin û ji Serêkaniyê dernekvin. Daxuyaniyên Serokê Şandeya Lihevhatinê ya vê dawiyê ji bo rawestandina şer li Serêkaniyê hate avakirin vê yekê îsbat dike. Wî got komên çekdar diyalogê red dikin û hin ji wan naxwazin ji heremê derkevin. Jixwe (Meclisa Eskerî ya Hesekê) ku girêdayî Artêşa Hur e beriya demekê Kurd tehdîd kir û ji wan xwest alên xwe bilind nekin û hêzên eskerî (YPG) fesx bikin!
Berxwedana li Serêkaniyê rewşek nû peyda kir. Da diyarkirin ku Kurdên Rojava bi hêza xwe ya eskerî û yekîtiya xwe bûne aktorekî heremî nema tu kes dikare wan ji nedîtî ve were.
Di serî de muxalefeta Ereb û dewleta Tirk li himberî berxwedan, tekoşîn û yekîtiya Kurdên Rojava bê bandor û bê zar bûne…
*Yenî Ozgur Polîtîka