Plaftorma Êdî Bese wê konferansa ‘Mafên Bingehîn’ lidar bixe

Platforma Êdî Bese, wê li bajarê Frankurt ê Elmanyayê konferanseke bi sernavê “Mafên Bingehîn û Azadî” lidar bixe.

Konferans wê 24-25’ê Adarê bê lidarxistin. Wê bi vê konferansê di wateya giştî de bûyerên rojevî yên têkiliyên Ewropa û Tirkiyeyê bên destgirtin. Bi taybet wê têkiliyên Elmanya û Tirkiyeyê bên nirxandin. Her wiha di vê wateyê de wê polîtîkayên zext û bêmafiyê yên dewleta Elman a li ser gelê Kurd, saziyên wê û muxalefetên çepgir jî bê nirxandin.

Konferans wê saet 10:00’an destpê bike. Di rûniştina yekem a bi ser navê “Têkiliyên Ewropa-Tirkiyey û bandorên polîtîkayên civakî” bê nirxandin de, wê Parlemeterê HPD’ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu û Rêveberê Tevbera Aştiyê Wîllim van Ooyen baxive.

Têkildarî sernavê têkiliyên Elmanya û dewleta Tirk jî Parlementera Federal a Partiya Çep Martîna Renner û Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç wê binirxîne.

Sernavek din jî weke ‘Li Elmanyayê saziyên siyasî yên girêdayî Komara Tirkiyeyê û encamên rêxistina îstixbaret/milîs û civakî” hatiye diyar kirin. Parlamentera Meclîsa Eyaleta Hambûrg a Paritya Çepgir Cansu Ozdemir û redaktorê rojnameya Revol Mazgazin Online-nivîskar Alp Kayseriliogşu wê vê sernavê binirxînin.

Piştî nîvro di rûniştina duyem de wê li ser xezpkirina azadî û mafên bingehîn yên li Elmanyayê were rawestandin.

Ji Komîsyona Hiqûqû ya Hesen a Partiya Çepgir Kim Svenja Abraham bi ser navê ‘protestoyên G20 û zextên li ser mûxalefeta çepgir; zextên siyasî hiqûqî yên îxtidara Elmanyayê’ semîner bide.

Parêzer Antonia von der bheresn û parêzêr Carl W. Heydenreich jî wê bêhiqûqiya li dijî şexsiyetên mûxalîf li gorî yasaya cezayê Elmanya bigre dest.

Mijarek din ya gotûbêjê jî “Binpêkirinên mafên yên ji bo rêxistinkirin û mafê raderbirînê yê aktivît, saziyên demokratîk yên Tirkiyeyi/Kuridstanê yên li Elmanayê” hatiye diyar kirin. Di vê beşê de jî wê parêzer Berthold Fresenius û parêzer Yener Sozen mafê axaftinê bigrin.

Rûniştina roja Yekşemê jî wê bi awayê forum be.

Wê li ser perspektîf û tewerên pêşxisitna têkoşîna demokratîk, enternasyonalîst û yekbûyînê bê gotûbêj kirin.