PKK’ê 35’mîn salvegera damezirandina xwe silav kir
PKK’ê 35’mîn salvegera damezirandina xwe silav kir
PKK’ê 35’mîn salvegera damezirandina xwe silav kir
Komîteya Rêveber ya PKK’ê biboneya 27’ê Mijdarê peyamek weşand û cejna vejînê ya gelê Kurd pîroz kir. Di peyamê de hate gotin ku, “36’mîn sala PKK’ê ê bibe pêngava şoreşgerî ya bi şoreşa Azadiya Kurd li Rojava pêkhatî û dê hemû Kurdistanê bipêçe.”
Komîteya Rêveber ya PKK’ê di malpera xwe ya binavê pkkonline de peyama 27’ê Mijdarê weşand.
Di peyamê de tê gotin, “Di salvegera 35’mîn ya damezirandina partiya me de gelê Kurd li herderê bicoşek mezin pîroz dike. Gelê Kurd bi serkeftinek pir mezin ya berxwedana Rojava û gelê Kurd ê li derdora vê şoreşê bûye xelek dikeve 36’mîn salvegera PKK’ê. Gelê Kurd li herder û qadê bi biryardariya avakirina jiyana azad û demokratîk 27’ê Mijdarê pîroz dike.” Hate gotin ku, sala 36’mîn ya PKK’ê “Sala serkeftinê ye.”
Di peyamê de ev tişt hatin gotin:
SOZA SERKEFTINÊ YA JI BO ŞEHÎDAN
Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê de ev hat gotin: “PKK di 36’emîn sala têkoşîna xwe de hemû hêza xwe daye ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistanê û wiha hat gotin: “Di vê esasê de û bi baweriyeke mezin dê 36’emîn sala Partiyê bibe sala serkeftinê û di serî de li Rêber Apo û hemû hevalan, li gelê me û li mirovahiyê 27’ê Mijdarê Roja Partiyê û Cejna Navneteweyî ya Vejînê pîroz be. Em hemû şehîdên partiya xwe ya ku ji Hakî Karer dest pê kir gihîşt Sakîne Cansiz û heta berxwedêriya şehîdên Rojava berdewam kir de bi rêzdarî bîr tînin. Em soza xwe ya serkeftinê ya ku me dabû şehîdên xwe bi biryardariya Kongreya xwe ya 11’emîn careke din dubare dikin. Em hemû malbatên şehîdan û bi taybetî jî dayikên şehîdan bi rêzdarî silav dikin.”
Di daxuyaniya PKK’ê de hat gotin ku PKK wekî partiya şehîdan şekil girtiye û wiha hat gotin: “Partiya me bi girêdayînbûna Hakî Karer hatiye avakirin û partiya me bi riya hezaran şehîdan di riya azadî û rûmetiyê de meşiyaye. Rêber Apo di 35’emîn salvegera damezrandina PKK’ê de Pêngava Avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk da pêşiya me. Ev yek banga serkeftinê ye ji bo me. Gelê kurd û bi taybetî jî rojavayê Kurdistanê bi biryarek mezin bersiva Serokatî daye. Dê di pêvajoya 36’emîn salvegera PKK’ê de jî em ê li ser pira azadiyê ku Rêber Apo û şehîdan ava kirine jiyana demokratîk û azadiyê ava bikin.”
PKK’ê diyar kir ku di pêşengiya PKK’ê de ku şoreşa fikir, jin û çandê pêk hat û gehişt rastiy gelê kurd û ev hat gotin: “Di dîrokê de careke din di kaosa Rojhilata Navîn de li ser daxwazên azadî û demokrasiyê PKK derket. Wekî wextê şefeqê roja azadiyê di afirîne. Çayrêka yekemîn ya sedsala 21’an de li Rojhilata Navîn rastiya şikandina civakê ye. Di pêşnegiya PKK’ê û gelê kurd de divê erdnîgariyê de gelê herî qedîme û hemû nirxê ku li Rojhilata Navîn hatiye derxistin parastina wê zanînê dike û li ser vî bingehî jiyana azad dizayîn dike. Pîrozbahiyên 27’ê Mijdarê yên gelê kurd divê wateyê de bivê wateyê û zanebûnê pêşwazî dike. Ev roja ku weke cejna berxwedanê tê binavkirin li gel hemû gelan vê yekê vediguherîne cejnê.”
PÊVAJOYA RIZGARIYÊ MOHRA XWE LI SALA 35’EMÎN DA
Komîteya Rêveber a PKK’ê di peyama xwe de da zanîn ku pêvajoya rizgariya demokratîk mohra xwe li 35’emîn salvgera Têkoşîna Azdiya Kurd daye û got: “ Pêvajoya înşakirina jiyaneke azad û rizgariya demokratîk ya di 2013’an de li pêşberî mîlyonan kesî hat îlan kirin mohra xwe li sala 2013’an daye. ev projeya ku ji bo jiyaneke hevpar a gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê hate îlan kirin di heman demê de modeleya pergala netew demokratîkbûna gelê Rojhilata Navîn jî pêşkêş dike. Ev pêvajoya ku bi fedekariyeke mezin ya Rêber Apo û tevgera azadiya kurd ve tê meşandin, bi rastiya TC’ê re di nava têkoşîna îdelolojî, çandî, siyasî de ye.”
PKK’ê di peyama xwe de balkişand ser geşedanên Rojava û got sala 36’emîn a PKK’ê dê bi pêngava li Rojavayê Kurdistanê hatiye avêtin rel her çar parçeyê Kurdistanê bê belavkirin û wiha hate gotin: “Di 27’ê mijdara 1978’an de partiya me hat avakirin û ev 35 sale bi tempoyeke mezin şoreşa azadiyê dmeşîne. Kurdên Rojava û kurdên li vir dijîn bi fedekariyeke mezin ked dane û di nav de cih girtine bi hezaran ciwanên kurd şehîd ketine. Girêdayê nrixên Rêber Apo mane û deqeyekê ranewestiyane. Di têkoşîna 35 salan de gelê Rojava taybetiya xwe ya gelbûnê ya polîtîk û ahlaqî parastiye û pêşve biriye. Ev pêngava azadiyê ya şoreşga Rojava di vê wateyê de qezencên têkoşîna azadiyê îfade dike. Hêzên hevkar yên herêmê û navnetewî bûne yek û êrîşê qezencên Rojva dikin. Ev êrîşên bi vî rengî dijminahiya li dijî qezencên gelê Rojava yên ku di 35 salan de bidestxistinê ye.
QEHREMANIYA JINÊN KURD DESTANE
Têkoşîn azadî û berxwedanê ya li Rojavayê Kurdistanê pêk tê, şehadetên derketine holê û mewziyên hatine qezenckirin, ji bo hemû kurdan di nava hişmendiya netewî de li dora berxwedana Rojava ruhê yekitiyê derketiye holê. Li Rojava qehremaniya ku jina kurd li welatê xwe dide destane. Jinên kurd ji bo rizgariya jiyaneke azad û demokratîk bi berxwedaneke mezin pêşengiyê dike û li dijî pergala serdest ya mêr îradey xwe ya hezkirina jiyanê nîşan dide.
36’emîn sala PKK’ê dê bibe sala ku pêngava li Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye li her çar parçeyên Kurdistanê belav bibe. hameleya înşakirina jiyaneke azad û rizgariya demokratîk dê têkoşîna azdiya Rêber Apo û demokratîkbûna gelê kurd bidomemîne.”
Komîteyê got divê salvegera PKk’ê li her qadê bê pêşwazîkirin û wiha hat gotin: “Bi wesîleya 27’ê mijdarê ji her demê zêdetir bi biryar, îdia, îrade û baweriyeke mezintir dê têkoşîn bê meşandin. Em vê careke din dubare dikin. Ev xeta biryar û îdiayê di 11’emîn Kongreya PKK’ê de zela bûye. Di vê esasê de em şoreşgerên mezin yên partiya we careke din bibîrtînin û di komutaya wan de bi biryara serkeftinê dikevin sala 36’emîn. Di vê esasê de em bang li hemû gelê xwe dikin ku dakevin qadan û coş û kelecaneke mezin salvegera PKK’ê pîroz bikin.”