'PKK berxwedana destanî ya 36 salan e'
'PKK berxwedana destanî ya 36 salan e'
'PKK berxwedana destanî ya 36 salan e'
Komîteya Navendî ya PKK'ê, salvegera 36. a damezrandina PKK'ê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Şoreşa Kurdistanê şoreşeke Rojhilata Navîn e û hat destnîşankirin, ku PKK ji bo gel, derdor û civakên bindest veguheriye hêviya rizgariyê.
Komîteya Navendî ya PKK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "PKK ku weke lêgerîn, hesret û qîrîna jiyana azad a gelê Kurdistanê, bi pêşengiya Rêber Apo di 27'ê Mijdara 1978'an de ji aliyê komekê ve hat damezrandin, bi têkoşîna xwe ya bênavber a 36 salan re, rastî, ast û dîrokeke destanî ya têkoşînê derxistiye holê."
Komîteya Navendî ya PKK'ê got, "Gelê Kurdistanê yê bi rêbaza PKK'ê re meşa şoreşgerî, coş û rûmeta ji nû ve vejînê jiya, di roja me ya îro de ji berxwedanên bindestan ên li hemberî sîstema kapîstalîst-emperyalîst û modernîteya wê têdikoş in, veguheriye çavkaniya îlhamê" û ev xal destnîşan kir: "Li dijî dewleta Tirk a faşîst û nokerên wan ên Kurd ku jiyan parçe parçe kirin û binpê kirin, dan xuyakirin ku wan Kurdayetî û Kurdistan xistine gorê û bi betonê ser girtine, asîmîlasyon, mêtîngerî û qirkirina herî hov meşandiye, gelê me xwe bi rêbaza PKK'ê birêxistin kir û ev yek yekane serketina ruh û têgihiştina têkoşîn û berxwedana Apoyî ye.
PKK ji destpêkê heta dawiyê berhema Rêber Apo ye. Di destnîşankirina rastiya civakî û dîrokî ya gelê me bi rêbaza PKK'ê de û di ji nû ve afirandina neteweya demokratîk de, rêbaza têkoşînê û jiyana bêhempa ya Rêber Apo diyarker e."
'PKK PARTIYA ŞEHÎDAN E'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku PKK weke partiyeke şehîdan ava bûye, bûye xwedî nasname û bi pêş ve çûye û hat gotin, "Partiya me ku weke berpirsyariya dilisoziya bi bîranîna rêhevalê me Hakî Karer şoreşgerê mezin ê enternasyonalîst ku di 18'ê Gulana 1977'an de şehîd ket ava bû, di serî de Kemal, Xeyrî, Mazlûm, Sakîne, Mahsûm, Bêrîtan, Zîlan, Adîl, Çîçek, Rustem, Reşîd, Arîn û Diyar bi ked, zanyarî û vîna hemû şehîdên me yên leheng, hemû zor û zehmetî ji holê rakiriye û gihaştiye asta mezin a azadî û pêşengiyê.
Avabûn û têkoşîna PKK'ê ya bi vê rêbazê partiya me kiriye gel, gel kiriye partî. Ji ber vê yekê PKK a bi Rêber Apo, şehîdên me yên leheng û gelê Kurdistanê bûne parçeyekî ji hev nayê qut kirin û ev yekbûyîn jî bingeha serketin û hemû pêşketinan e."
GELEKÎ TÊK NAÇE HAT AFIRANDIN
Di dewama daxuyaniya Komîteya Navendî ya PKK'ê de hat gotin, "Partîbûyîna bi rêbaza PKK'ê, şerê bi artêşbûyîna bi rêbaza gerîla, têkoşîna ji bo bidestxistina nasnameya civakî û dîrokî ya weke neteweya demokratîk, gelê Kurdistanê di nava mirovahiyê pêşverû de, gihandiye cihê heq dike.
Xwegihandina rastiya gelekî ji bo rûmet û azadiya xwe şer dike, serketina herî mezin a PKK'ê û gelê Kurdistanê ye. Bi pêşengî û meşa şoreşgerî ya bi heybet a bi rêbaza hêjayî dîroka jinê Kurd re, bi milîtanî, biryardarî û ruhê fedaî yê ciwanên Kurd re, PKK weke partiyeke jin û ciwanan teşe girtiye, gelê Kurdistanê weke gelekî berxwedêr û têkoşer ji nû ve afirandiye û gihandiye qonaxa nayê têkbirin.
Ev rastî di roja îro de bêtir tê dîtin. Li dijî komkujî û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û AKP'ê yên li hemberî şoreşa me û gelê me, berxwedana gelê me ya li Kobanê, Şengalê, Mexmûr, Serêkanî û Rebîayê, di 6-8'ê Cotmehê de ruhê serhildanê yê li Bakur, Rojhilat, Başûr, Tirkiye û Ewropayê bilind bû, di meşa me ya azadiyê de bûye pêngavek, d heman demê de di wijdanê mirovahiyê de rê li ber zindîbûnekê vekiriye û ji aliyê gerdûnî ve gotin û hêza çalakiyê ya civaka demokratîk derxistiye holê."
ŞOREŞA KURDISTANÊ ŞOREŞA ROJHILATA NAVÎN E
PKK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Şoreşa Kurdistanê êdî şoreşeke Rojhilata Navîn e" û ev xal destnîşan kir: "Avakirina sosyalîzma demokratî û neteweya demokratîk a gelê me û şoreşa Rojhilata Navîn a demokratîk di zikhev de dimeşin. Mîna destpêka dîrokê, di roja îro de jî berxwedana hevpar a gelê me û gel û civakên herêmê ya li ser bingeha têkiliyên wekhev û azad, gihaştiye asteke girîng. Rola gelê Kurdistanê ya di mîrateya dîrokî ya civaka demokratîk a Rojhilata Navîn de ji nû ve derketiye holê, ji bo gel, civak û derdorên bindest veguheriye hêviya rizgariyê.
Partiya me PKK, bi coş û rûmeta vê asta pêşengiya şoreşgerî ku di nava têkoşîneke berfireh de bi dest xistiye û bi berpirsyariya vê yekê dikeve sala 37'an.
Partiya me, ji bo pûçkirina komkujî û her şêwe êrîşên faşîst û lîstikên ji bo fetisandina şoreşa me, di pêşvebirina Şoreşa Kurdistanê de ji her demê bêtir amade, xwedî îdîa û bi biryar e. Berpirsyarî, doza û biryara me ya dîrokî ye ku em ê sîstema Îmraliyê parçe bikin, Rêber Apo li welatê azad bigihîne nava gelê me û Şoreşa Kurdistanê veguherînin Şoreşa Rojhilata Navîn."
PKK'ê bang li tevahiya hêzên demokratîk, azadîparêz kir ku tevlî meşa azadiyê ya bi rûmet bibin, sosyalîzma demokratîk mezin bikin, bi jîndarkirina feraseta neteweya demokratîk re jiyana bi rûmet û azad a gelan, baweriyan, nasnameyên cuda û hemû derdorên civakî biafirînin û got, "Em meşa şoreşgerî ya mezin a 36 salan a gelê me, ku bi awayekî destanî derbas bû, careke din pîroz dikin."