PKAN'ê konferansa "Koçberî û bandora wê ya civakî' li dar xist
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) li ser pirsgirêkên civakî û çandî yên Kurdên Anatoliya Navîn ên koçî Ewropayê kirine, li paytexta Swêd Stockholmê konferansek li dar xist.
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) li ser pirsgirêkên civakî û çandî yên Kurdên Anatoliya Navîn ên koçî Ewropayê kirine, li paytexta Swêd Stockholmê konferansek li dar xist.
Ji Zanîngeha Norwêc-Bergenê Prof. Dr. Haci Akman, Hîndekarê Dibistana Bilind a Swêd-Malardalenê Doçent Osman Aytar, Hîndekara Zanîngeha Stockholmê Dr. Mîna Sedem, Hîndekara Enstîtuya Karolînska ya Stockholmê pispor Dr. Marîna Taloyan, nivîskar Rohat Alakom û siyasetmedar Hanefî Celeplî jî di nav de gelek pispor û rewşenbîr tevlî konferansê bûn.
Serokê PKAN'ê Kadîr Çelîk destpêka konferansê axivî û li ser damezrandin û armanca PKAN'ê agahî da.
KOÇA DESTPÊKÊ YA BER BI EWROPAYÊ VE SALÊN 1960'Î DEST PÊ KIR
Hanefî Celeplî ku yek ji Kûlûlûyên destpêkê ye yên hatin Swêdê, qada sedema koça Kurdên Anatoliya Navîn bi taybetî Kurdên Kûlû ber bi Ewropa û Swêdê kir.
Celeplî diyar kir ku di salên 1960'î de dewleta Tirk ji bo asîmîlekirina Kurdan li gundan dibistan vekiriye û koçberiya Kurdên Anatoliya Navîn ber bi welatên Ewropayê ve wê wextê dest pê kiriye.
Celeplî diyar kir, Kurd li Swêdê di entegrasyonê de serketî ne û gelek ciwanên Kurd di saziyên cuda de bi erkên girîng rabûne.
PÊŞHUKMÊN LI DIJÎ KURDAN
Hîndekara Zanîngeha Stockholmê Dr. Mîna Sedem jî nêzîkatiyên pêşhukmî yên saziyên Swêdî li dijî biyaniyan bi taybetî li hemberî Kurdan rexne kir.
Dr. Sedem bi bîr xist ku bi taybetî piştî kuştina Fadîme Şahîndal a sala 2002'an ji ber 'namûs û toreyê', pêşhukmên sazî û civaka Swêdê li dijî Kurdan zêde bû û ragihand, kuştin û şîdeta ji ber 'namûsê' ne tenê di nava Kurdan û gelên Rojhilata Navîn de ye. Sedem bi mînakan eşkere kir ku ev pirsgirêk li Latîn Amerîka û gelek deverên cîhanê heye.
Di dewama axaftina xwe de bal kişand ser qutbûna têkiliya ciwanan bi malbatên xwe re û got, "Her sal 300 ciwan ji malbatên xwe qut dibin û ber bi deverên cuda ve tên şandin. Ev ciwan îzole dibin û dikevin nava pirsgirêkan. Şaş e ku ciwan ji malbatên xwe bên qutkirin û asîmîlekirin. Divê dawî li van pêkanîna were anîn."
Hîndekara Enstîtuya Karolînska ya Stockholmê pispor Dr. Marîna Taloyan jî pirsgirêkên Kurdên ku ji ber şer û zextê welatê xwe terikandine û xwe li Ewropayê girtine, nirxand.
Taloyan diyar kir, li gorî lêkolînên li Ewropayê hatine kirin, penaberên ku ji neçarî koç kirine nexweşiyên stresê, psîkolojîk û şekir bi wan re çêbûne.
Taloyan anî ziman, koçberên ku piştî demeke dirêj serdana welatê xwe dikin, dilê wan rehet dibe û nexweşiyên mîna stresê kêm dibin.
Nivîskar Rohat Alakom jî di konferansê de qala jiyana zarokekî Kurd ê bi navê Suleyman kir ku yekem Kurd bû hate Swêdê û sala 1929'an li Girava Gotlandê bi cih bû. Alakom li ser zor û zehmetiyên ku derket pêşiya vî zarokê Kurd, axivî.
Hîndekarê Dibistana Bilind a Malardalenê Doçent Osman Aytar jî ragihand, li gel zor û zehmetiyan her wiha gelek derfet li pêşiya Kurdên hatine Swêdê û Ewropayê hene.
Aytar got, li gorî welatên din ên Ewropayê derfetên Kurdên li Swêdê zêdetir in ku karibin çand û zimanê xwe bi pêş ve bibin.
Aytar yek bi yek nav eşkere kir û got, li parlamentê, li saziyên çand, huner û medyayê yên Swêdê de gelek Kurd hene û di karê xwe de jî serketî ne.
Nivîskar Şoreş Reşî jî qala sedema koçberiya Kurdên Anatoliyê ber bi Ewropayê ve kir.