Partiya Jiyana Azadiya Kurdistan (PJAK) 100 hezar dolar alîkarî da Rojava. PJAK'ê di civîna çapemeniyê ya li Silêmaniyê alîkarî ji Nûnerê Meclîsa Gel a Rojava re hate pêşkêşkirin. PJAKê helwesta hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ya li hemberî Rojavaya rexne kir.
Li Ofîsa Meclîsa Gel a Rojavayê ya li Silêmaniyeyê saet di 12.30'an de bi armanca alîkariya gelê Rojava civînekî çapemeniyê pêk hat. Di civînê de PJAK'ê 100 hezar dolar pêşkêşî Nûnerê Meclîsa Gel a Rojavayê kir. Di civînê de PJAK'ê piştgiriya xwe ya ji bo gelê Rojava careke din diyar kir. Nûnera PJAK'ê Şemal Beşîrî di civînê de axivî û wiha got:
"Nêzî meheke me li Rojhilat û Başurê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de ji bo gelê Rojava 100 hezar dolar hate komkirin." Beşîrî, diyar kir ku tenê daxuyanî na divê hemû partî û kes bi awayekî pratîk alîkariyê ji bo Rojava kom bikin. Beşîrî, helwesta hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ya deriyên sînor ên Rojava girtî rexne kir.
Nûnerê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê yê Herêma Federal a Kurdistanê Mihemed Reşo jî spasiya xwe ji PJAKê re kir.