PJAK: “Kobanê navenda berxwedanê ye

PJAK: “Kobanê navenda berxwedanê ye

Hevserokatiya PJAK’ê diyar kir, Kobanê îro bûye navenda berxwedan û têkoşîna gelê Kurd li hemberî siyaseta dagirkerî, metingeriyê ya li ser Kurdistanê û vîna azad a gelan û got,  “Em bang li hemû dost, hereketên însanî û civaka mirovahiyê dikin ku vê qirkirin û siyaseta jenosîtê ku li Kurdistanê pêş dikeve bibînin û bi xwedîderketina li Kobanê re pêşî ji vê siyaseta ku ji ber berjewendiyên biçûk qirkirin û tinebûna gelê Kurd hedef dikin bigrin, bi bêdengiya xwe hêz nedin vê hovîtiyê û nebin hevkarê jenosîteke din a Kurdan.”

Hevserokatiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bal kişand ser berxwedana bêhempa ya li Kobanê li dijî dijminê mirovatiyê çeteyên DAIŞ û got, “Pêwîst e ev yêk bê zanîn ku gelê Kurd wê ji bo parastina ax jiyan û rûmeta mirovahiyê heya dawiyê li ber xwe bide, ti car wê neyê tinekirin, dîlgirtin û dîroka mirovahî û heqîqetê bi xwe binivîse û bijî.”

Hevserokatiya PJAK’ê di daxuyaniya xwe ev bang li gelê Kurd kir: “Gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê bi heman çarenûsê re rû bi rû tê hiştin, gelê me li her derê pêwîste ku kolanan bikin qada berxwdanê û li hemberê van dehaqên xwînrêj bi ruhê Kawayan, Arînan,  Karoyan, Hakanan tevbigerin û welat û axa xwe gelê xwe biparêzin û plansaziyên qirkirina ku ser me Kurdan li Kobanê tê meşandin têk bibin.”

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:

“Em têkoşîna bêhempa ya gelê xwe û şervanên rûmetê li Kobanê û her çar parçeyên Kurdistanê û derveyê welat li dijî êrîşên li hember  Kobanê silav dikin. Di kesayeta Arîn Mîrkan, Karo û Hakanan de şehîdên vê dema qehremantiyên bêhempa li Rojava û Bakurê Kurdistanê ku ji bo parastina axa xwe û rûmeta mirovahiyê ji destê hevkarên DAIŞ’ê polîsên AKP’ê gihiştine mertebeya şehadetê bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan û doza wan ditewînin.

Kobanê îro bûye navenda berxwedan û têkoşîna gelê Kurd li hemberî siyaseta dagirkerî û metingeriya li ser Kurdistanê û vîna azad a gelan. Îro li Kobanê hêzên navdewletî û taybet dewleta Tirk û hin hevkarên Kurd bi hev re bûne yêk û bi rêya van çeteyên xwînrêj êrîş ser destkeftî û pergala demokratîk a gelan ku gelê Kurd pêşengê wê ye, dikin. Gelê Kurd û şervanên wê yên azadiyê li hemberî Kapîtalîzm û makîneyên wan ên kuştina mirovahiyê bi ruhê sosyalîzmê meşa heqîqetê dikin. Dijminên gelê Kurd îro li Kobanê bi destê wan çeteyan û hevpêymanên ku bi hev re çêkirine hewl didin ku careke din li Kurdistanê qirkirin û dagirkeriya ku li Dêrsim, Mahabad, Helepçe, Şengal, Agirî pêş xistibûn dubare bikin. Bêdengî û taybet hevkariya dewleta Tirkan vê rastiyê ji gelê Kurd re her ku diçe rontir dike û kûrbûna konsept û lîstikên ku ser gelê Kurd tê meşandin radixîne berçavan. Dewleta Tirk û hêzên xwefiroş yên Kurd û dewletên navneteweyî ji vê qirkirina li Kobanê tê meşandin berpirsin û bi xwe jî bi her şêwazî piştgîriya vê hovîtiya ser gelê Kurd tê meşandin dikin. Îro hemû li cihan li hemberî vê karesata dîrokî li ser gelê Kurd tê meşandin di nava bêdengiyeke mezin de tenê li benda ketina Kobanê ne. Li hemberê gelê Kurd her tim van hêzan bi dehan hevpêymanên qirkirinê di pêvajoyên dîrokî de meşandine û rewşa ku li Kobanê tê jiyîn vê radixîne berçav ku îro jî, peymaneke din ji peymanên bazariya li ser gelê Kurd hatiye pêşxistin. Hêzên hegemonîk û dewlet neteweyên li Rojhilata Navîn îro li ser beden û canê gel û zarokên Kurdan li Kobanê bazaran dikin. Dema ku mijara Kurdan tê gotin her hêz di serî de ji bo berjewendiyê xwe yên çawa ji statuya vi gelî sûd bigirin dikevin liv û tevgerê. Hebûna gelê Kurd li hemberî hev bikar tînin û dema li gor hesab û bazartiya wan pêwîst bike, bi çete û top û tangên xwe ji bo qurbankirina vi gelî bê ti sedemê dibin ref û ji bo ku xençerên kujer li zarok û jinên vî gelî bidin dikevin nava reqabetê. Îro li Kurdistanê fermana gelê Kurd hatiye dayîn û ser xwîn û hebûna gelê me bazaran dikin. Dibêjinn ger hûn xwe înkar bikin û bifiroşin me, em ê we rizgar bikin, lê belê ger hûn vê nekin hûn tenê mehkûmî mirin û qirkirinê ne. Gelo ya ku îro li Kobanê tê kirin kuştina rûmeta mirovahî û qirkirina gelê Kurd û bazirganiya ser vî gelî nîne çi ye? Ev siyaseta ku li hemberî gelê Kurd tê meşandin encama bazar û nakokiyên navbera Tirkan, Amerîka, Yekûtiya Ewropa û hin hereketên hevkar ên Kurd û lobiyên herêmê ne. Pergala demokratîk û bi hev re jiyana di nava aştiyê de bûye tirsa dilê kapîtalîzm û dewleta Tirk û hegemonya cîhanî. Şerê ku li dij gelê Kurd li Kobanê tê meşandin di rastî de siyaseta demê ya van hêzan li hemberî gelê Kurd e. Faşîzma cihanî her tim ji bo berjewendiyên serdestiya xwe hin gel armanc kirine û heya jenosîtên herî hovane jî girtine berçav û ji bo van armancên xwe serî li her cure hovîtî û rêbazên derveyî mirovahiyê jî dane, duh li Şengal îro li Kobanê vê yekê dikin.

Gelê Kurd ku îro vê siyaseta qirkirin û fermana ku ji bo wan hatiye dayîn, jiyanîbûn û hesasiyeta vê dema dîrokî dizane û ji bo wê îro li her çar parçeyên Kurdistanê di nava berxwedanê de ye.  Em vê berxwedana gelê xwe silav dikin û dibêjin pêwîste ku şev û roj gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê pêwîst e ku di nava serhildanên bi bandortir de bin û bi van serhildanan, Kurdistanê ji van çeteyan û hevkarên wan paqij bikin. Gelê me li her çar parçeyê Kurdistanê bi heman çarenûsê re rû bi rû tê hiştin, gelê me li her derê pêwîst e ku kolanan bikin qada berxwedanê û li hemberî van dehakên xwînrêj bi ruhê Kawayan, Arînan,  Karoyan, Hakanan tevbigerin û welat û axa xwe gelê xwe biparêzin û plansaziyên qirkirina ku ser me Kurdan li Kobanê tê meşandin têk bibin. Her kêliyek ji bo me jiyanî ye û bêdengî yê bibe sedema karesatên herî mezin û bi êş ji bo gelê Kurd. Gelê me li Bakur, Başûr, Rojhilatê Kurdistanê gere bibe nefes û xelekek parastinê ji bona Kobanê. 40 mîlyaon Kurd ger îro bi rihê berxwedêrî yê Kobanê tê jiyîn, tevbigere yê kurdistanê ji van çete û siyaseta hevkarên wê re bike goristan û rizgariya gelê xwe mîsoger bike. Bilindkirina ruhê neteweyî li Kurdistanê yê vê siyaset û konsepta ser gelê Kurd tê meşandin têk bibe, gelê Kurd bi bawerî bi xwe û hêza xwe bi ziwakirina tovên xiyanet û hevkariya Kurdên sexte û xwe firoş ê vê doza rûmetê li her çar parçeyê Kurdistanê ser bixîne.

Gelê me li Rojhilatê Kurdistanê û dostên me li Îran û gelê Afganistan, mirovên azadîxwaz û demokrat bi ruh û wijdaneke insanî, çalakiyên bi wate pêş xistine û pêş dixin em van çalakiyên wan silav dikin û bi bawer in yekbûna ruhê insaniyete yê van çeteyên ku jerê insaniyete tine bike. Bêguman pêwîst e ku asta van çalakiyan li cihan û taybet bajarên Kurdistanê bilindtir û mezintir bibe û her roj bênavber ev çalakî bidomin. Gelê me pêwîst e li Rojhilatê Kurdistanê vê peyamê bide DAIŞ û hevkarên wê ku Kurd Kurdê berê nîne û li hemberê gelê Kurd wê vir û şûnde, ti êrîşên ku qirkirin û tinekirina me û gelê me ku li dinyayê armanc bike nepejirînin û têk bibin. Îro cihê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê li Kobanê û di nava refên têkoşîna azadiya gel û rûmeta xwe de ye. Ciwanên Kurd parêzvanên ax, rûmet û parastina gel û nirx û destkeftiyên têkoşîna gelê xwe ne, îro pêwîst e ku di her qadên têkoşînê de bi ruhê serhildan û fethkirinê tevbigerin û li Kurdistanê tovên DAIŞ û hevkarên wan ziwa bikin. Li kolanan li pêşiya her kesê jin û ciwan divê nerazîbûnên xwe diyar bikin, ev xwepêşandan û çalakî mafê herî rewa yê gelê me ye û erkek dîrokî ya welatparêzî û rûmetê ye.

 Dewleta Îranê pêwîst e li hemberî van çalakî û hesasiyetên gelê me hestyar nêz be û pêşî ji vi mafê rewa yê vî gelî negire. Îro her destwerdana li hember çalakî û nerazîbûnên gelê me yê li hemberê vê qirkirin û wehşeta ku DAIŞ li Kobanê hemberî gelê me dimeşîne tê wateya hevkarî û piştgîriya van çeteyan. Em careke din bang li Dewleta Îranê dikin ku, van hesasiyetên gelê me bigire berçav û bi awayekî lezgîn çalakvanên ku desteser kirine berdin û dev ji destwerdana van çalakiyên însanî û rewa yê gelê Kurd berde. Bila nebin hevkarê siyaseta dewleta Tirk û hêzên ku ev çeteyên insankuj ava kirine û dijminahiya gelê Kurd li hemberî xwe kurtir nekin. 

Li Başûrê Kurdistanê li hemberî vê hovîtiya tê meşandin helwesta hukûmet û hêzên pêşeng zelal û berçav nîne û bi bêdengiya ku dewam dikin li hember rista xwe ya welatparêzî lewaz dimînin û yê berdêla vê bêdengiyê bi dagirkirina Kurdistanê bi destê van hêzan û hevkarên wan bide, pêwîst e hemû hêz û partiye Kurd vê yekê baş bizanin ku bi xistina Kobanê yê ev hêz û hevkarê wan  berê xwe biden hemû Kurdistan û berxwedanên gelên azadîxwaz. Em banga şiyarbûnê li gelê Kurd taybet gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku li hemberî vê bêdengî û hin liv û tevgera rayedarên Kurd ku ti pêywendiya xwe bi rihê neteweyî û pêvajoyê nîne rabin û pêşî ji siyaseta Tirk ku dixwaze hin partiyên Kurd jî bikin hevkarê xwe û di qirkirina gelê me li Rojava bikin dijminê vî gelî. Parçeyê ku di asta herî jor de beşdarê têkoşîna Kobanê biba ev parçe bû, dema ku DAIŞ’ê berê xwe da Başûrê Kurdistanê gelê Rojava deriyê xwe ji Başûr re bê tu dudilî vekir û zarokên xwe ji bo parastinê derbasî Başûrê Kurdistanê kir, pêwîst e ku gelê me li Başûrê Kurdistanê vê fedakarî û qehremantiya birayên xwe li Rojava ji bîr neke, ger bira di roja zor de neçe hewara hev gelo ti wateya wê biratiyê dimîne. Xwedîderketina ji Kobanê erka sereke ya gelê me û hukûmeta herêma Kurdistanê ye. Hin hêzê û partiyên Kurd ku heya niha bi siyasetên xwe yê şaş bûne hevkarê DAIŞ’ê û hêz dane wan, pêwîst e berî ku bi xiyanet bi gelê xwe re bên teombarkirin dev ji vê sekna xwe berdin û xwe ji rûreşiyeke dîrokî rizgar bikin.

Em bang li hemû dost, hereketên însanî û civaka mirovahiyê dikin ku vê qirkirin û siyaseta jenosîtê ku li Kurdistanê pêş dikeve bibînin û bi xwedîderketina ji Kobanê pêşî ji vê siyaseta ku ji ber berjewendiyên biçûk qirkirin û tinebûna gelê Kurd hedef dikin bigrin, bi bêdengiya xwe hêz nedin vê vehşetê û nebin hevkarê jenosîta din a Kurdan. Gelên cîhanê û hereket û her mirovê ku di dilê wan de çirûskeke mirovahiyê heye pêwîst e ku li hemberî vê hovîtiya li ser gelê Kurd tê meşandin bêdeng nebin û insaniyeta ku bi destê DAOŞ û bêdengiya heyî tê kuştin, rizgar bikin.

Her bêdengî fermana qetla zarokê vî welatî û mirovahiyê ye. Taybet bêdengiya gelê Tirk li hemberî siyaset û piştgîriya AKP ya bi DAIŞ’ê re me û gelê me xemgîn dike û dixe nava fikaran, îro AKP bi siyaseta ku dimeşîne di dîroka mirovahiyê de peleke rûreşiyê ji bo gelê Tirk bi cih dihêle û dibe sedema qetilkirina gelê Kurd, wê ev yêk tenê rê li ber dijminahiya gelan veke û derveyî dijminkirina gelan ti feydeyê xwe ti kesî re nebe. Em bang li gelê Tirk dikin ku bi dijderketin ji vê siyadeta AKP’ê ku li ser navê wan li hemberê gelê Kurd li Kurdistanê tê meşandin derkevin rê ji dijminahiya gelan û faşîzma AKP’ê bigirin. Her bêdengiya di mile we, erênîkirin û hêzdayîna wehşeta ku AKP ketiye nav de ye. Îro li Kurdistanê artêşa kujer a AKP’ê DAIŞ xwe li hemberî zarokên 8 salî jî rangire û wan qetil dike, bi dehan ciwanên Kurd li Tirkiye û Kurdistanê hatin qetilkirin û her ku diçe rêjeya van kuştinan zêdetir dibe ev kiryar bi destê AKP’ê û çeteyên vî çawa ku li Mûsil, Şengal, Kobanê hat kirin îro jî li Bakurê Kurdistanê tê meşandin. Em hêvîdarin ku wijdanê gelê Tirk û  mirovahiyê li hemberî vê hovîtiyê DAIŞ û hevkarên wê bi xwedîderketina ji Kobanê pêşî ji van Dehaqên xwîn xwar li Kobanê bigre û nebin sedema jenosîteke din ser gelê Kurd û li hemberî dîroka mirovahiyê tewambar nebin. Pêwîste ev yek bê zanîn ku gelê Kurd wê ji bo parastina ax jiyan û rûmeta mirovahiyê heya dawiyê li ber xwe bide û ti car yê neyê tinekirin û dîlgirtin û yê dîroka mirovahî û heqîqetê bi xwe binivîse û bijî.