PJAK’ê sersaxî ji bo Felekedîn Kakeyî xwest
PJAK’ê sersaxî ji bo Felekedîn Kakeyî xwest
PJAK’ê sersaxî ji bo Felekedîn Kakeyî xwest
Koordînasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK ji bo malbat û xizmên Felekedîn Kakeyî sersaxî xwest.
Koordînasyona PJAK’ê di peyama sersaxiyê de wiha got, “Em bi bihîstina koça dawî ya nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarê navdar ê Kurd, Felekedîn Kakeyî gelekî xemgîn bûn.”
Peyam bi van sererêzan berdewam dike: “Koça dawî ya Kak Felekedîn Kakeyî di demek wisa de çêbû ku, gelê Kurd ber bi Kongreyeke Neteweyî ve diçe. Kak Felekedîn Kakeyî jî, yek ji wan kesan bû ku ji bo encamdana Kongreyek Neteweyî gelek hewldan pêş xistibû û têkoşîn dabû.
Em wek Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê, sersaxiyê ji malbat, Partiya Demokrat a Kurdistan, hemû gelê Kurd û ji tevayî civaka Kakeyiyan re dixwazin. Em sebrê ji bo malbatê dixwazin.”