PJAK'ê Fermandar Dilgeş Rojhilat û hevalên wî bibîr anî
PJAK'ê Fermandar Dilgeş Rojhilat û hevalên wî bibîr anî
PJAK'ê Fermandar Dilgeş Rojhilat û hevalên wî bibîr anî
PJAK’ê ji bo yek ji fermandarên HPG’ê yê li herêma Şengalê Dilgeş Rojhilat ê bi 4 hevalên xwe re di 14’ê Mijdarê li derdora Çiyayê Şengalê di encama şerekî li hember çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest da peyamek weşand. PJAK’ê got, “Em soz didin ku em ê rêbazê têkoşîna fermandar Dilgeş û 4 hevalên wî, berdewam bikin û soza xwe ya biserxistina daxwazên wan nû dikin.”
Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ji bo yek ji fermandarê HPG’ê yê herêma Şengalê Dilgeş Rojhilat (Îsmaîl Azadîxan) ê bi 4 heval xwe re di 14’ê Mijdarê de li derdora Çiyayê Şengalê di şerekî li hember çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest da peyamek weşand û ew bibîr anîn.
PJAK’ê di peyama xwe de got ku di dirêjahiya dîroka têkoşîna azadîxwaziya gelê Kurd de her tim kesên ku rolên pêşeng lîstine û bêdudilî ber bi armancê ve çûne, hebûne û wiha dewam kir, “Bi vî awayî gelê me ji bo azadiyê bi deh hezaran şehîd daye. Êdî di salê de rojek tineye ku şehîdek bi xwîna xwe dara azadiyê av nede. Şehîd nirx û mîrateya herî mezin û hêja a gel û welatê me ne. Sermayeya herî mezin a dîroka me ne. Îro xwîna zelal û ala şehîdan e ku dîroka koletiyê radike û rizgarî û azadiya gelê Kurd û Kurdistanê misoger dike. Şehîdên me bûne gotinên li ser lêvên zarokan û hêvî û bendewariyên mirovên bindest. Êdî gelê me bi navê şehîdan radibin û rûdinin û navê şehîdan li zarokên xwe dikin.”
Daxuyanî wiha didome:
“Du sal zêdetir e li Rojavayê Kurdistanê û zêdetirî du meh e ku li Kobanê û nêzî 4 mehan e ku li Şengalê berxwedaniyek dîrokî ji aliyê şervanên fedayî ên gel ve li hember DAIŞ’ê berdewame. Di vê berxwedaniya hêja de bi sedan şervan bi qehremanî şehîd bûn. Kurdistan bi saya serê van şehîdan bûye keleha berxwedanê û parastina nasnameya mirovê azad. Şehîd Dilgeş û 4 hevalên wî yek ji wan şehîdane ku ji bo jinavbirina dijmin û wergirtina Şengalê her cere fedakariyek kirine.
Fermandar Dilgeş kesek têkoşer û dilsoz ê ji bajarê Bokan a Rojhilatê Kurdistanê bû. Ji sala 2002’an, çend salan di nava xebatên Rojhilat de her tim rola pêşeng lîstiye. Ruhê neteweyî ê vê şoreşgerê mezin ewqas zêde bû ku hemû sînorên dagirkeran bibezîne û beşdarî xebatên azadîxwaziya gel li parçeyên din ê Kurdistanê bibe û van xebatan ji bo xwe wek erkek neteweyî bizane. Şehîd Dilgeş di hemû jiyana xwe de xwedî hestên welatparêzî û ramana azad û ruhekî şoreşgerane bû ku dibû sedem bêwestan di xebatan de rol bigire ser milê xwe.
BANGA XWEDÎDERKETINÊ
Ji bo wê jî em soz didin ku em ê rêbazê têkoşîna fermandar Dilgeş û 4 hevalên wî, berdewam bikin û soza xwe ya biserxistina daxwazên wan nû dikin. Em daxwaz ji gelê me li Rojhilat dikin ku xwedî li van şehîdan derkevin û her wiha em ji ciwanan dixwazin ku erka xwe li hember şehîdan pêk bînin û li ser şopa wan a pîroz bimeşin û em dibêjin; heta gelê Kurdistan û bi taybet gelê Rojhilat xwedî şehîdên wek fermandar Dilgeş, Jiyan Mako, Kemal Ûrmiye û Rojhat Mako bin, wê azadî û serbestiyê bidest bixîne.”