Piştî ku Erdogan işaret pê kir, gefa kuştiyê li Kurz hate xwarin

Piştî ku Erdogan serokwezîrê Awûstûryayê Sebastian Kurz yekser weke hedef nîşan da, yekîneyên ewlekariyê yên Awûstûryayê ketin nava alarmê.

Serokwezîrê Awûstûryayê Sebatian Kurz hefteya bihurî dabû xuyakirin ku di bin navê "Têkoşîna dijî Îslama siyasî" de wê 60 meleyên dewleta Tirk tevî malbatên wan dersînor bikin. Kurz diyar kir, wê 7 mizgeft jî bên girtin. Balkêş e ku ev biryar piştî bûyera li mizgeftên Tirkan hate dayin ku li çend mizgeftên Tirk ên li Awûstûryayê di xwepêşandanekê de kincên leşkerî li zarokan hatibû kirin.

Tevî ku ev bûyera sosret li Elmanya û gelek welatên din ên Ewropayê rû dan, tenê Awûstûryayê biryareke wiha da. Nerazîbûna tund desthilatdariya AKP'ê ya li dijî biryara Awûstûryayê dewam dike. Herî dawî, Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan doh navê serokwezîrê Awûstûryayê Kurz bilêv kir û wiha axivî:

"Ev şagirtiya te, ev helwestên te dibe ku bibin bela li serê te. Divê tu zanibe ku girtina mizgeftekê li Awûstûryayê, dersînorkirina Misilman û oldaran wê têkoşîneke nû ya navbera xaç û heyvê bide destpêkirin. Ku berpirsyarê vê jî wê tu be."

Piştî ku Erdogan bi rengekî vekirî Kurz kir hedef, bi taybetî alîgirên AKP'ê li ser hesabên xwe yên medya civakî gefa kuştiyê xwarin. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Awûstûryayê (APA), hêzên ewlekariyê yên li Viyanayê van gefên AKP'iyan cidî dibînin.

JI BO KURZ TEDBÎRÊN TUND ÊN EWLEKARIYÊ

Îstîxbarata Awûstûryayê û "Yekîneyên têkoşîna li dijî terorê" dan pey kesên ku li ser medya civakî ev mesaj weşandine. Rayedarî serokwezaretiyê ji rojnameya "Osterreich"ê re axivî û diyar kir ku ji bo Kurz tedbîrên tund ên ewlekariyê hatine girtin.

Rayedar got, "Serokwezîr ji her demê bêhtir bi xurtî tê parastin" û anî ziman, ji bo tespîtkirina nasnameya kesên di hesabên Facebook, Twitter an jî Instegramê de gefa kuştinê li Kurz xwarine, yekîneyên ewlekariyê dest bi lêpirsînê kirine.