Piştî gefa Erdogan mudaxeleya Taksîmê destpê kir

Piştî gefa Erdogan mudaxeleya Taksîmê destpê kir

Piştî gefa Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan, polîsan êrîşî çalakvanên Taksîmê kir. Polîsan li dijî çalakvana gelek bombeyên gazê û ava şid bikartîne, birîndar hene.

Di roja 19’mîn ya berxwedana Parka Gezî de, piştî Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan li Enqereyê di mitînga AKP’ê de gef xwarin, qad ket tevgerê. Erdogan gotibû “ Ger Qada Taksîmê vale bû vale bû, vale nebû, êdî dê hêzên ewlekariyê yên vî welatî dizanin wir vale bikin.”

Li derdora demjimêr 20:30’an de polîsan ji çalakvanên Parka Gezî anonsa belav bikin kir.

TOMA’yên aliyê AKM ya qada Taksîmê, milê Parka Gezî û Otela Marmarayê amade radiwestiyan, çalakvana jî maskeyên xwe yên gazê xistin serê xwe û sloganên “Herder Taksîm, her der berxwedan” qîr kirin. Piştî anons hate kirin nîv demjimêrê bi bombeyên gazê û ava şid êrîş kirin.

Di êrîşan de birîndar hene, her wiha polîs biberdewam êrîşî Parka Gezî û derdorên wê dike. Li derdora demjimêr 21:30’an de li dijî êrîşa polîsan xelkê Okmeydaniyê ber bi Taksîmê ve dest bi meşê kirin, di heman deqîqeyan de, polîs dest bi rakirina konên li Parka Gezî kirin. Li aliyekê êrîşa tund ya polîsan didome, li aliyê din jî dengê qazan û distkan li derdorên Tarlabaşi û Galatasarayê bilind dibin.

Her deqîqeya ku diçe, li Cîhangirê xelkê ku ji mala xwe derdikeve kask û maskeyê xwe yê gazê dike sere xwe û ber bi Parka Gezî ya Taksîmê ve dimeşe. Li ser Rêya Îstîklalê sloganên “Herder Taksîm, herder berxwedan” bilind dibe. Her wiha tê gotin ku, gel xwe amade li ser rêya E5 ya Kartalê bimeşe.