Piştî du salan dest bi tedawiyê kirin, lê rewşa wî giran e...

Girtiyê nexweş Selami Keleş ku du sal in nexweşê epilesi ye, piştî ku serî li AYM'ê da hate tedawîkirin. Lê belê rewşa Keleş giran bûye, bi tena serê xwe nikare li ser piyan bimîne û gelekî kêm kiriye.

Pirsgirêka girtiyê nexweş bi Rewşa Awarte re girantir bû. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan, 578 girtiyên nexweş li girtîgehan hene ku rewşa 228 ji wan giran e.

Beriya niha bi demeke nêz, li Girtîgeha Hejmara 4'an a Tîpa T a Şakranê ya Izmirê, Nihat Baymiş bi nexweşiya losemî ketibû û ji ber ku di dema xwe de nehate tedawî kirin, 10 meh beriya bidawîbûna cezayê wî hate berdan, lê jiyana xwe ji dest da.

EV DU SAL IN BI KRÎZA EPÎLEPSÎ DIKEVE

Nexweşê epîlepsî Selami Keleş ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Düzceyê tê girtin, yek ji van nexweşan e. piştî ku 9. Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê ceza lê birî û cezayê wî hate erêkirin, ew şandin Girîgeha Girtî ya Tîpa T a Düzceyê û 6 sal in li wê girtîgehê ye. Selami Keleş ev 2 sal in her roj, serê her 5 an jî 10 deqeyan bi krîza epîlepsî dikeve. Tevî krîza epîlepsî nîşaneyên şîzofreniyê jî lê der bûye. Keleş ku bi zorê li ser piyan dimîne û nikare biaxive, heta niha tedawiyeke berfireh nedîtiye.

Hevalê Selami Keleş ên li qewîşê li ber serê wî nobedê digirin û hewl didin bi vî rengî wî biparêzin. Selami Keleş 5-6 mehên dawî êrîşkar bû, hewl da kêrê li girtiyekî bixe û bi vî rengî jiyana mehkûmên din jî kete rewşeke xetere.

BIRYARA LI GORÎ RAPORA 6 MEH BERÊ

Mûayene û kontrola herî dawî ya berfireh a li Keleş hate kirin, 6'ê Nîsana 2017'an li Desteya Pisporiya Tipa Edlî ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Düzceyê hate kirin. Ji bo Selami Keleş ku rewşa wî roj bi roj giran dibe, 27.09.2017'an ji bo taloqkirina cezayê wî serî li Serdozgeriya Komarê ya Düzceyê hate dayin. Hate ragihandin ku rewşa Keleş giran dibe, di dema krîzê de serê xwe li dîwêr xistiye û şikandiye, bi neynûkên xwe dîwar xeritandiye lewma tiliyên wî birîn bûne, bi kesên xeyalî re diaxive, piştî krîzê tiştek nayê bîra wî, gelekî êrîşkar bûye û ji ber vê yekê li gorî rapora 6 meh berê ji Serdozgeriya Komarê ya Düzceye hate xwestin ku cezayê wî bê taloqkirin. Daxwaz bi îdîaya "Şert û mercên girtîgehê gefê li jiyana wî naxwe, dikare bi tena serê xwe bijî" hate redkirin.

BI ZORÊ DIAXIVE

Selami Keleş ku ji ber nexweşiya xwe nikare bi parêzer re biaxive, her wiha nikare li ser piyan bimîne û bi zorê diaxive. Parêzeran anîn ziman ku Keleş dema diaxive bê wate diaxive, hevokan nikare li hev bîne û wateyekê bide, her wiha nikare bi îdareya girtîgehê re têkiliyê deyne. Herî dawî Kanûna 2017'an ji bo rewşa Keleş serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hate dayin. Li ser vê yekê rêveberiya girtîgehê kete nava tevgerê û Keleş li beşa girtî ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Dr. Sadi Konuk a Bakırköyê bi cih kir.

PIŞTÎ SERLÊDANA LI AYM KETIN NAVA LIV Û TEVGERÊ

Li gorî agahiyên ji aliyê parêzer Banu Güveren ve hatin dayin, piştî ku serî li Dadgeha Destûra Bingehîn hate dayin Selami Keleş rakirin nexweşxaneyê. Güveren anî ziman ku Keleş hema bêjin bi tena serê xwe nikare bimeşe, nikare baş biaxive, fêhm bike û weke ku nîne. Güveren diyar kir ku Keleş gelekî kêm kiriye û niha hem li beşa nörolojî hem jî li beja psîkolojiyê tê mûayenekirin. Lê belê hê tespîtek lê nehatiye danîn.