Piştgiriya ji bo Ozgur Gundem zêde dibin

Bi sedan kes li hember biryar girtina Rojnameya Ozgur Gundem û sedegirtina polîsan û derbkirina xebatkaran li pêşiya avahiya rojnameyê kom bûn, êrîşên polîsan protesto kirin.

Girtina Rojnameya Ozgur Gundem a ku ji aliyê 8. Dadgeha Ceza ya Sûlh û serdegirtina polîsan a bi ser avahiya Rojnameya Ozgur Gundem û derbkirina xebatkar û binçavkirina wan, rê li ber nerazîbûn û bertekan vekir. Rojnamevan nûnerên partiyên siyasî û endamên STK’ê ji bo bertekên xwe nîşanî helwesta polîsan û piştgiriya xwe ya bi xebatkar û rojnamevanan re diyar bikin daketin qadan, bi sedan kes li pêşiya avahiya Rojnameya Ozgur Gundem a ku li Beyoglûyê kom bûn û axivîn.

Tevî hemû êrîş û astengiyên polîsan jî girse li pêşiya avahiya rojnameyê kom bûn, bi dirûşmên “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” û “ Ti zext nikare me bişkîne” xwedî li rojnamevan û xebatkaran derketin. Her kêliya ku diçe jimara kesên ku piştgiriyê diin Rojnameya Ozgur Gundem zêde dibin.