Pisporên NY’ê piştgirî didin agirbesta PKK’ê û hêviya pêvajoya aştiyê

Pisporên ku di binesaziya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY'ê de dixebitin, ragihandin ku ew agirbesta ku di 1’ê Adara 2025'an de ji aliyê PKK’ê ve hatî ragihandin û hêviya ku bi pêvajoya aştiyê re destpê kiriye, bi kêfxweşî pêşwazî dikin.

DAXUYANIYA OHCHR

Endamên koma xebatê û raportorên taybet ên Neteweyên Yekbûyî, bi daxuyaniyeke hevpar bang li Tirkiye û PKK’ê kirin ku ji bo çareseriya aştiyane dest bi hevdîtinan bikin û li gorî rêgezên hiqûqa navneteweyî tevbigerin.

Pisporên Neteweyên Yekbûyî, diyar kirin ku tevî ragihandina agirbestê ji aliyê PKK’ê ve, Tirkiye bi hinceta li Sûriyeyê û Iraqê li hedefên PKK’ê dixe, êrîşên hewayî pêk tîne û hat gotin ku ev operasyon di çarçoveya "qedexeya bikaranîna hêzê" ya navneteweyî de dibe sedema pirsgirêkan.

Pisporên Neteweyên Yekbûyî agirbestên demkî yên berê bêencam mane jî bibîr xistin û destnîşan kirin ku divê alî gavên pêbawer bavêjin. Pisporan, anîn ziman ku di dema pevçûnan de binpêkirinên cidî yên mafên mirovan û hiqûqa mirovî, bi taybetî li dijî sivîlan pêk tên û "peymaneke aştiyê ya berfireh" ku ji ezmûnên aştiyê yên erênî yên li herêmên şer hatine bidest xistin bi çend xalan pêşniyar kirin:

1. Bêçekkirin, berdan, ji nû ve tevlîkirina nava civakê û efû/kêmkirina cezayan.

2. Edaleta veguhêz: eşkerekirina rastiyan, lêkolînên bêalî, cezakirin, tazmînata qurbaniyan.

3. Piştgiriya ji bo mexdûran: Alîkariya aborî, parastin, lêgerîna windayan, vegerandina cenazeyan û xebatên hişyarkirinê civakî

4. Reforma sektora ewlekarî, sazî û rêveberî.

5. Verastkirinên pêkhatî yên ku sedemên bingehîn ên tundûtûjiyê çareser dikin.

Pisporên Neteweyên Yekbûyî, pratîkên erênî ên di têbiniya Rêbernameya 2023’yan ya derbarê edaleta veguhêz de bibîr xist û ji bo çareseriya bilez a pevçûnê û pêkanîna peymana aştiyê bang li civaka navneteweyî hat kirin ku gavan bavêje. Pisporan her wiha dan zanîn ku, wan beriya niha li ser mijara şerê di navbera PKK’ê û Tirkiyeyê de bi rayedarên Tirkiyeyê re hevdîtin kirine.