Pirtûkxaneya Ocalan li Parîsê ye

Otobusa “Pirtûkxaneya Ocalan- Ji bo Ocalan û hemû girtiyên siyasî azadî” ku pirtûk, biyografî, îdeolojî û ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dide naskirin, li paytext Parîs a Fransayê ye.

Otobusa “Pirtûkxaneya Ocalan- Ji bo Ocalan û hemû girtiyên siyasî azadî” ku pirtûk, biyografî, îdeolojî û ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dide naskirin, li paytext Parîs a Fransayê li gel 2 navendên Normandîa û Vîlîeneûve Saînbt Gorges tûra xwe dewam dike.

Otobusa Pirtûkxaneya Ocalan ewilê ji aliyê endamên Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Montes La Joîle a Herêma Normendîa yê bi dihol û zirneyê ve hate pêşwazîkirin.

Li pêşiya Dêra Mantes La Jolîeyê broşor û pirtûkên destan ên raman û felsefeya Ocalan hatin belavkirin, mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de endamên Meclîsa Şaredariya Montes La Jolîe Marc Jammet û Nîcola Bock jî axivîn.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku eger aştiyek li Rojhilata Navîn pêk were ew jî bi teqez bi azadiya Ocalan wê pêk were, peyama li gel gelê Kurd in hate dayîn.

Bi tevlîbûna Hevaseroka NCDK a Montes La Jolîeyê Fatoş Goksûngur , endamê dîwana KCDK-E Mûrat Ceylan, siyasetmedarê Kurd Cûma Tak û nûnerên Partiya Komunîst a Frasa û têkildarî tecrîd û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan panelek hat lidarxistin.

Rawestgeha duyemîn a Pirtûkxaneya Ocalan berperava Vîlleûneûve Saînt Gorges a Parîsê bû.

Li pêşiya avahiya şaredariya Vîllîeneûve Saînt Gorgesê, Serokê şaredariya Vîlleûneûve Alexander Bayer, li ser navê Şaredariya Champîngn Caporal Cheysîs, nûnerên Partiya Komunîst ya Fransa a herêma 94. Gregorî Gemînel, nûnerên Seroaktiya Konseya Herêmê Nathalîe Mînber û Sabrîna Agûv û Kurdistaniyan bi coşekî mezin pirtûkxaneya Ocalan pêşwazî kirin.

Di panela li Vîlleûneûve Saînt Gorges NCDK de hate gotin ku pradîgmaya Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, bûye hêviya hemû gelên bindest û sînevîzyona ku qala biyografî û îdeolajiya Oalan dike hate temaşekirin.

Otobusa pirtûkxaneya Ocalan piştre li pêşiya kûleya Eîfelê bi armanca nasandina pradîgma û nêrînên Ocalan stand vekir.

Standa ku li pêşiya kûleya Eîfelê hatî vekirin, gelê Fransa û turîstan eleqeyek mezin nîşandan. Pirtûk, braşor û belavokên ku qala Ocalan dikin hate belavkirin.

Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngûr axivî û wiha got: “Li Ewropa bi giştî her bajarê ku em çûyîn lê, dostên me yên biyanî piştgiriyek dane me û peyamên ji bo azadiya Ocalan moralekî mezin daye me. Her cihê ku em diçînê bi awayekî coş têne pêşwazî kirin. Erkek ya me heye ku em Rêbertiyê ji bo hemû cîhanê bidin naskirin û ev xebata me wê bê navber bidome.”

Otobusa pirtûkxaneya ku îdeolojî û nêrînên Ocalan dide nasandin wê tûra xwe ya Fransayê îşev seat 17:00’an de li pêşiya Qada Repûblîqe ya Parîsê bi mîtîngekê bi dawî bike.