Şoreşgerê Îtalyayî Karîm Franceschî, ku di parastina Kobanê de cih girt, di pirtûka xwe ya bi navê "Çîroka şervanê Îtalyayî yê Kobanê li dijî DAIŞ'ê parast" tecrûbeyên xwe vegot. Pirtûk ji aliyê Weşanên Ceylan ve bi navê "Heval Marcello" bi zimanê Tirkî hat weşandin.
Franceschî di pirtûkê de qala tecrûbeyên xw eyên li şerê Kobanê dike û çîroka, veguherîna "Wûldtalîanî" ber bi "Heval Marcello" tê vegotin.
Pirtûkê li Îtalyayê gelekî bal kişand. Pêşgotina pirtûkê jî ji aliyê rojnamevan Arzû Demîr ve hat nivîsandin, ku Demîr ji ber pirtûkên xwe yên bi navê "Rewşa Şoreşê bi rengê Rojava" û "Rewşa Çiyê bi rengê Jinê" bi 6 salan cezayê girtîgehê hat cezakirin.
Karîm Franceschî di dema parastina Kobanê de, di çarçoveya kampanya piştgiriyê ya bi navê "Rojava Callîng" a li Îtalyayê hat destpêkirin, hat Pirsûsê. Dema ku vegeriya welatê xwe, biryar da ku hê zêdetir bike û vê carê ji bo şer bike berê xwe dide Rojava.
Di 9'ê Çileya 2015'an de, bi goreya xwe ya Noelê û çenteyekî li pişta xwe, ku eşyayên li Kobanê jê re lazim bû, dikeve ser rê. Li ser vê goreyê 'Noela we bi xêr' di nivîsand. Sedema birêketina xwe wiha dinivîsîne: "Em vê yekê zelal bikin: Ez ne dîn im û dixwazin hinek şekiran bibim ji zarokên li Kobanê re. Ji min re gotin, li nava kolanan gelek zarokên ku dê û bav, xwişk û birayên wan nîne, hene. Xwedê zane bê çend zarok hene ku şekir nexwarine. Xwedê zane bê çend zarok hene ku xwarin nexwarine. Xwişka min Jamîla ev gore di 6'ê Çileyê de berî bi rê bikevim dabû min. Hê jî têra we şekir tê de ye û ji ber ku hez ji avêtina xwarinê nakim, min bi xwe re anî."
Karîm Franceschî berê qet gule bernedaye. Ji bilî fîlm û wêneyan, ti carî çek nedîtiye. Lê belê ji bo şer bike diçe Rojava û haya wî ji xeteriyên li pêşiya wî hene. Ya ku berê Franceschî dide eniya şoreşê ku li dijî DAIŞ'ê şer bike, model û hêviya rizgariyê ye ku Şoreşa Rojava pêşkêşî gelên cîhanê dike. Vê şoreşa ku ji bo jiyaneke wekhev û azad a gelan bingeha sîstemeke civakî danî, ji bo Franceschî ê bi kîlometreyan dûr e, bû hêvî.
Di nava guleyên ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin reşandin de ji sînor derbas dibe û xwe digihîne Kobanê. Dema digihêje Kobanê ji xwe re li navekî digere û navê 'Marcello' yê ku bavê wî dixwest, hildibijêre. Bi vî rengî dibe 'Heval Marcello'.
Ji bo wî gotina 'Heval' bêhempa ye. Ji bo gotina 'Heval' ku yekemcar li Pirsûsê bihîst, wiha dinivîsîne: "Heval kesê ku xwedî heman çarenûsa te ye û xwe di nava te de dibîne. Heval, sedemeke baş e ku di oxira wê de mirov şer bikin. Ez serbilind im ku kesek bi vê gotinê bang li min bike."
Karîm Franceschî, mîna ku plan kiriye 3 mehan di parastina Kobanê de cih digire û di 9'ê Nîsana 2015'an de vedigere Îtalyayê. Biryarê dide bûyerên dîtiye bike pirtûk û ev yek ji Fabîo Tonaccî yê li rojnameya Repûbblîca dixebite, vedibêje. Bi piştgiriya Tonaccî, pirtûka bi navê "Çîroka şervanê Îtalyayî yê Kobanê li dijî DAIŞ'ê parast" derdikeve holê.
Ev pirtûka Franceschîli Îtalyayê gelekî balê dikişîne. Beşdarî bi dehan panel, konferans, bernameyên radyo-tv dibe û qala Parastina Kobanê û Şoreşa Rojava dike. Lê belê çîroka "Heval Marcello" li cihê dest pê dike vedigere.