Pirtûka rojnamegerê girtî Ûgur Yilmaz hate desteserkirin

Pirtûka rojnameger Ûgur Yilmaz a helbest û çîrokan hate desteserkirin û di derbarê wî de lêpirsîn dan destpêkirin.

Di derbarê rojnamegerê girtî Ûgur Yilmaz ku li girtîgeha Xarpêtê girtî ye, ji hêla dozgeriyê ve lêpirsîna dsîplînê dan destpêkirin. Yilmaz nameyek nivîsî û di nameya xwe de ragihand ku lêpirsîn ji bo pirtûka wî ya helbest û çîrokan ku hêj pêşnûme ye, hatiye vekirin.

Yilmaz di nameya xwe de anî ziman ku ji ber lêpirsînên disîplînê yên di derbarê wî de vedibin, nikare ji kesekî re bikeve têkiliyê.

ZILMA ÎSRAÎL, NAZÎ Û SEDEM BÛ

Yilmaz di derbarê pêşnûmeya pirtûka xwe ya hatî desteserkirin de wiha got:

“Min pirtûkeke helbestê û dawiya wê jî çîrok nivîsîbû. Min navê wê danîbû ‘Hicran’. Min pirtûk diyarî wan kesan kiribû ku li Filîstînê nekarîn li ber zilma Îsraîlê, ji ber zilma Nazî û Sedem Hiseyîn birevin.’’