Pirtûka ku ragihandina YNK’ê çap kir bû sedema nerazîbûna Kurdan

Pirtûka ku ragihandina YNK’ê çap kir bû sedema nerazîbûna Kurdan

Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ji ber çapkirina pirtûka bi navê “Pêşengê mezin Îmam Xumeynî” ya ji aliyê Ragihandina Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve  berî çend rojan hat belavkirin nerazîbûn û gumanên xwe anîn ziman û daxwaz dikin ku, ew pirtûk bi lez ji bazarê bê komkirin û ji Navenda Ragihandinê ya (YNK)’ê dixwazin ku, lêborînê ji gelê Kurd û têkoşerên Rojhilatê Kurdistanê bixwaze.

Hin aktîvîstên siyasî, nivîskar, rewşenbîr û komeleyên Rojhilatê Kurdistanê ji ber çapkirina pirtûka bi navê “Pêşengê Mezin Îmam Xumeynî” nameyek ji Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê û (YNK)’ê re şandin û her wiha li ser tora civakî ya facebook jî kampanyayek dan destpêkirin.

Di nameyê de wiha tê gotin: “Rêzgirtin ji kujerekî wek Xumeynî re û bi taybetî danîna nasnavê “Pêşengê  Mezin” ji bo Xumeynî li hember xwîna şehîdan û xebata 34 salan a gelê Kurd li wê beşa Kurdistanê bêrêzî ye. Lewma em dixwazin berpirsên Başûrê Kurdistanê di vê der barê de lêkolînê bikin û bersiva xelkê Rojhilatê Kurdistan ê zilm lê hatiye kirin bidin. Danîna navê xwînmijekî gelê Kurd wek Pêşengê Mezin qet xizmetê ji bo gelê Kurd nake; zêdetir dibe sedema dijberbûna gelê Kurd. Ji ber vê em komek rewşenbîr û nivîskar daxwaz ji we dikin ku hûn bi lez van Pirtûkan ji pirtûkxaneyan kom bikin û ji gelê Kurd lêborînê bixwazîn.”

Koma rewşenbîran nameya xwe bi wan 3 xalan bi dawî kiriye:

1. Komkirina Pirtûkê li bazarê û pirtûkfiroşan

2. Ji Rêveberiya Navenda Ragihandinê ya YNK’ê  daxwaz dikin ku, der barê  çapkirin û belavkirina vê pirtûkê de ya bûye sedema birîndarkirina Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û têkoşîna gelê Kurd lêpirsînê bide destpêkirin û Rêveberîya YNK’ê ji gelê Rojhilatê Kurdistanê lêborînê bixwaze.

3. Her wek em pê agahdar in beriya çapkirin û belavkirina vê pirtûkê jî, çend caran li Hola Pêşewa li bajarê Hewlêr ji bo Xumeynî bîranîn hatine çêkirin. Ji ber vê jî em daxwaz dikin ku hûn dest ji vê helwesta xwe berdin û xwedî li dijminê gelê Kurd dernekevin. Ji ber ku ev li hember gelê Rojhilatê Kurdistanê bêrêzî ye.

Xumeynî di sala 1979’an de piştî hilweşandina Rejîma Şahê Îranê û şoreşa gelên wî welatî bû desthilatdar û Hikûmeta Îslamî damezirand.

Rewşenbîr û nivîskarên name îmzekirine ev in:

Pêşeva Elî Pûr aktîvîstê siyasî

Tahir Mahabadî aktîvîstê siyasî

Şêrko Cîhanî aktîvîstê siyasî

Suleyman Bayzîdî aktîvîstê siyasî û çîroknivîs

Cemal Necarî aktîvîstê siyasî

Tahir Melanî Rojnamevan

Reman Dartaş aktîvîstê siyasî

Şermîz Cîhanî aktîvîstê medenî

Kemal Derwêş aktîvîstê siyasî

Xale Qazî helbesvan

Şaxewan Ebdî Pûr  aktîvîstê siyasî

Şoreş Bêrozî aktîvîstê siyasî

Sabir Kake Hesen aktîvîstê siyasî

Sepan Kurdî aktîvîstê siyasî

Şêrzad Îbrahîmî aktîvîstê siyasî

Serkewt Star aktîvîstê siyasî

Salih Hêdî helbestvan

Gulale Kemalger rexnegir û aktîvîstê siyasî

Emer Kemalger aktîvîstê siyasî

Hemiz Akuş Rojnamevan

Soran Rezanî aktîvîstê siyasî

Alîn Yahqî aktîvîstê siyasî