Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê ku bi binpêkirina mafên mirovan, îşkence û pêkanînên xerab navdar e, niha jî bi girtina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, kete rojevê. Demîrtaş û Endama Meclîsa Timî ya KCD'ê Aysel Tûglûk li şandin vê girtîgehê. Li gorî agahiyan, Demîrtaş bi tena erê xwe li hucreyekê ku tenê nivîn lê ye, tê girtin. Tûglûk ragihand, rêveberiya girtîgehê li ber deriyê girtîgehê dest daniye ser pirtûk û kincên di walîzê Demîrtaş de ne û anî ziman, hê di destpêkê de rêveberiya girtîgehê rûyê xwe yê zordar nîşan da û mîna girtiyekî cezayê girtina heta bi hetayê lê hatiye birîn, Demîrtaş di nava şert û mercên tecrîdê de tê girtin.
QANÛNÊN HAYDAR ALÎ AK DERBASDAR E!
Tê gotin, Demîrtaş ku heta niha nekariye derkeve nava girtiyan, tê payîn ku di rojên pêş de li qewîşa normal bê bicihkirin. Midûrê girtîgehê Haydar Alî Ak, ku beriya niha bi îşkenceyên li girtîgehên Bolû, Erzîrom û Tekîrdagê navê xwe da bihîstin, beriya 2 salan li Edîrneyê hat erkdarkirin. Bi hatina Haydar Alî Ak re li girtîgehê pêkanînên xerab derketin asta herî bikind û ev yek hê jî dewam dike. Ev pêkanînên li vê girtîgehê bi tena serê xwe têrê dike bê fêhmkirin ku çima Demîrtaş anîne vê derê. Malbatên girtî û hikumxwaran heta xwe bigihînin vê girtîgehê gelekî êş û tehdeyê dibînin. Li girtîgehê, ji bilî hevdîtina girtî, dayîna kincan, pirtûk û her şêwe eşyayan qedexe ye. Di hevdîtina vekirî de gardiyan li cihekî karibin hemû axaftinan bibihîzin, disekinin. Li her devera girtîgehê gotin û dirûşmên ku pesnê Tirkbûnê didin, hatine nivîsandin. Aktîvîteyên civakî yên navbera qewîşan, bi hinceta Rewşa Awarte hatine qedexekirin. Nivîsandina nameyan bi Kurdî yek ji qedexeyan e.
Di dema dawî de îşkenceya li vê girtîgehê gelekî dikeve rojevê. Leşker û gardiyan ji nişka ve davêjin ser qewîşan û êrîş dikin. Eşyayên girtiyên hatine sirgûnkirin, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tên desteserkirin. Li ber deriyê girtîgehê jî lêgerîna bi tazî li ser girtiyan tê ferzkirin.
Li vê girtîgehê, binpêkirina mafên mirovan ku di dema dawî ket rojevê, bi vî rengî ye:
* Gardiyan davêjin ser qewîşan û li girtiyan dixin. Yên li ber wan radibin jî dixin nava hucreyê.
* Di sermijartinê de ku danê her sibehê tê kirin, girtî li hewşê tên girtin. Girtî li deriyan dixin û vê yekê protesto dikin. Piştî ku girtî 2 saetan li vir tên girtin, vê carê wan dixin hundir û deriyê hewşê li wan digirin.
* Li hemû girtiyên siyasî cezayên ragihandin, hevdîtin û hucreyê hatiye birîn. Heta niha li zêdeyî 100 girtiyan bi sedan lêpirsîn hatine vekirin û cezayê hucreyê li dehan girtiyan hatiye birîn.
* Li nava qewîşan di lêgerînê de eşyayên taybet ên girtiyan tên desteserkirin.
* 3 projektorên ronîkirinê yên li ser avahiya girtîgehê hatine bicihkirin, berê wan li qewîşan e. Ji ber vê ronahiya zêde girtî nikarin razên. Lewma perdeyan bi pacê ve dikin. Lê ev perde jî ji aliyê gardiyanan ve yan tên çirandin yan jî desteserkirin.
* Girtî ev meheke nikarin hevdîtinê bikin. Hemû mafê wan ên civakî ji destê wan hatine girtin.
* Girtiyên nikarin derkevin qada hevpar. Girtiyan nabin nexweşxane û girtîgehê.
* Pirtûk, rojname û name tên desteserkirin.
* Li girtîgehê, her roj girtiyek li hucreyê tê bicihkirin. Girtî dibêjin, ev polîtîkayên êrîşkariyê bi zanebûn tên meşandin.