Organa weşanê ya Îngilîz BBC careke din pirsên weke rêveberiya Seddam Huseyin çawa çekên kîmyewî yên ku bi sedhezaran Kurd di encama Enfalê de pê qetil kir bi dest xist, kîjan welat van çekan dane rejîma Baasê, anî rojevê.
Nûçeya BBCyê ya bi îmzeya rojnamevanên Îngilîz Jack Simpson ê ku di dema şerê Iraq û Îranê de nûçegihanî kiribû, bal dikişîne ku îro jî bandora gaza xerdel a ku di komkujiya Helepçeyê de hatin bikaranîn heye û da zanîn ku ji bo paqijkirina vê gazê heta niha di rojevê de tu xebatek tune ye.
Simpson da zanîn ku heta şîrketên çekên kîmyewî dane Seddam Huseyin diyarkirin û darizandin, ev rûpela dîrokê ya trafîk nayê girtin. BBC di nûçeya xwe de cih dide daxuyaniyên Qûbad Talebanî ku dibêje ku aşkerekirina komkujiyan deynek ê qûrbanên komkujiyê ye li ser wan.
Tê destnîşankirin ku hatiye piştrastkirin ku têkiliya hin şîrketên Rûs û Alman bi vê yekê re hene û tê diyarkirin ku dibe têkiliya gelek welatên din bi van komkujiyan re hebin.
Di nûçeyê de tê diyarkirin ku piştî komkujiya Helepçeyê, îro jî bandora wê li ser gelê herêmê heye û dê tu carî neyê jibîrkirin.