Pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK’ê didomin

Pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK’ê didomin

Salvegera 36’emîn a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bajarên Tirkiye Manîsa, Balikesîr û Aydinê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de fîşekên hewayî hatin teqandin, sînevîzyon hatin nîşandan û paste hatin birîn.

SARUHANLI

Bi sedan kes li ber avahiya DBP’ê ya navçeyê li hev kom bûn û salvegera PKK’ê pîroz kirin. Pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Serokê DBP’ê ya navçeyê Mehmet Atan axivî û got: “Em ê li ber meşaleya ku Rêber Apo pêxist bimeşin” û piştî axaftina fîşekên hewayî hatin teqandin û li ber stranan govend hate gerandin.

TURGUTLU

Li salona Dawetê ya şaredariyê bi sedan kes li hev civiyan û salvegera PKK’ê pîroz kirin. Pîrozbahî bi rêzgirtinê destpê kir. Serokê DBP’ê yê navçeyê Selahattîn Dagli li ser girîngiya rojê axaftinek kir û piştre fîşekên hewayî teqandin û li ber stranan govend hatin gerandin.

BALIKESÎR

Li avahiya navçeya HDP’ê ya navçeya Edremîtê ya Balikesîrê gelek ciwan li hev kom bûn û salvegera PKK’ê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de sînevîzyonek hate nîşandan. Di çalakiyê de ciwan fîtik dan û dirûşm qîriyan. Pîrozbahî piştre bi stran û govendê berdewam kir.

EFELER

Li navçeya Efeler a Aydinê jî bi beşdariya hezaran kesan pîrozbahiya PKK’ê hate pîrozkirin. Pîrozbahî bi rêzgirtinê destpê kir û parêzer Mehmet Bayraktar, Hevseroka HDP’ê ya Aydinê Pinar Akpinar û endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê amade bûn. Prz. Bayraktar axaftinek kir û bal kişand ser girîngiya 27’ê Mijdarê.

Pîrozbahî bi dirûşm û govendê berdewam kir.

ORTAKLAR

Li taxa Ortaklar a navçeya Germencîk a Aydinê bi pêşengiya jinan salvegera PKK’ê hate pîrozkiirn. Di pîrozbahiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Bê Serok Jiyan nabe” qêriyan. Prz. Mehmet Bayraktar û endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Pinar Akpinar tevlî pîrozbahiyê bûn. Bayraktar têkildarî girîngiya rojê axivî.

Piştî axaftinê li ber stranan govend hate gerandin.

DENÎZLÎ

Salvegera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li navenda bajarê Denîzliyê ji aliyê meclîsa ciwanan ve hate pîrozkirin. Pîrozbahî bi meşeke meşaleyî destpê kir.

Pîrozbahiya bi pêşengiya ciwanan, bi meşeke meşaleyî destpê kir. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e” qîriyan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hilgirtin.

Piştî meşê pîrozbahî destpê kir. Pîrozbahî bi rêzgirtinê destpê kir. Di pîrozbahiyê de sînevîzyona bi navê “Damezrandina PKK’ê” destpê kir. Serokê HDP’ê yê Denizliyê Nebî Ebcî axivî û diyar kir ku îro ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê li tevahiya Rojhilata Navîn rojeke dîrokî ye.

Ciwanan di şahiyê de dirûşm gotin û pankarta “Azadiya Birêz Ocalan” hate vekirin. Kesek li ser navê ciwana axivî û salvegera PKK’ê li hemû gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.”

Piştre hunermendên Koma Ciwan derketin ser dikê û li ber stranan govend hate gerandin.