Pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK'ê dewam dikin

Çalakiyên pîrozbahiyê yên ji bo salvegera 42'an a damezrandina PKK'ê dewam dikin.

Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê ji aliyê Kurdistaniyan û dostên wan ve hate pîrozkirin. Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger pêk hat û meşale hatin hildan. Ji dostên Kurdan Antî-Fa'yê jî piştgirî da çalakiyê.

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê Tevgera Ciwanên Şoreşger salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir.

BARCELONA

Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Barcelona yê Spanyayê hate silavkirin. Ciwanên Barcelonayê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin û têkoşîna azadiyê ya xelkê Şengalê jî silav kirin.

ANVERS

Li bajarê Anversê yê Belçîkayê jî salvegera damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin. Di çalakiyê de meşale hatin hildan û govend hate gerandin.

SWÎSRE

Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê bi meşaleyan hate pîrozkirin. Beşdarên çalakiyê diyar kirin ku bi xwedîderketina li Rêbertî û partiyê wê têkoşînê bi ser bixînin. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Li Swîsreyê salvegera damezrandina PKK'ê wê li van bajaran bê pîrozkirin:

Zurîch / Helvetiaplatz 28'ê Mijdarê roja Şemiyê: 17.00

Bern / Navenda Çanda Kurd 29'ê Mijdarê roja Yekşemê: 14.00