Pîrozbahiyên Newrozê yên li Swêdê dewam dikin
Kurdistaniyên li bajarên cuda yên Swêdê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo pîrozkirina Newrozê didomînin.
Kurdistaniyên li bajarên cuda yên Swêdê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo pîrozkirina Newrozê didomînin.
Kurdistaniyên li bajarên cuda yên Swêdê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo pîrozkirina Newrozê didomînin.
Li dû pîrozbahiya girseyî ya dawiya hefteyê ya li paytext Stockholmê, Kurdistaniyan li bajarên Orebro, Falûn, Borlange, Karlstad û Soderhamnê li parkan û meydanên navenda bajaran agirê Newrozê dadan û cejna xwe pîroz kirin.
Li çapemeniya Swêdê jî li ser girîngiya Newrozê ji bo Kurdan gotar tên weşandin.
Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li bajarê Orebor, bi beşdariya Kurdistaniyên ji çar aliyên Kurdistanê Newroz hat pîrozkirin. Kurdistaniyan li dora agirê Newrozê yê li navenda bajêr dadan govend gerandin. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk ên li Sûr, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Gever û navçeyên din ên xwerêveberiyê, ku bi tundî dewam dikin, hatin şermezarkirin.
Kurdistaniyan heman rojê bi vexwendina nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û siyasetmedarên Swêdî resepisyonek orgranîze kirin. Şaredarê Orebro Kenet Nîlsson, Serokê Koma Partiya Çep a Şaredariyê Mûrad Artîn jî beşdar bûn.
Nîlsson Newroz li beşdaran pîroz kir û da xuyakirin ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd bidomîne. Mûrad Artîn jî Yekîtiya Ewropa ya ku di bazara li ser penaberan de bi hikûmeta Tirk re peyman mor kiriye şermezar kir û xwest PKK ji lîsteya rêxistinên 'terorîst' bê derxistin.