Pîrozbahiyên Newrozê yên li Swêdê destpê kirin
Pîrozbahiyên Newrozê yên li Swêdê, îsal li bajarê Gavle bi resepsiyonek Komuna Jinê û navenda Çanda Demokratîk destpê kir.
Pîrozbahiyên Newrozê yên li Swêdê, îsal li bajarê Gavle bi resepsiyonek Komuna Jinê û navenda Çanda Demokratîk destpê kir.
Pîrozbahiyên Newrozê yên li Swêdê, îsal li bajarê Gavle bi resepsiyonek Komuna Jinê û navenda Çanda Demokratîk destpê kir.
Di resepsiyonê de piştî ku Hevserokên Navenda Çanad Demokratîk beşdar silav kirin, ji Komuna Jinê ya Gavle Hêlîn Batte, li ser dîroka Newrozê û wateya xwe ji bo gelê Kurd axivî.
Batte bal kişand ser êrîşên giran ên li Bakurê Kurdistanê li hemberî gelê Kurd tên kirin û got, "Li Rojhilata Navîn ti carî Dehaq û Kawa kêm nebûne. Kawayên hemdem ên roja îro Jinên Kurd ên şervanên azadiyê ne. Şervanên jin ne tenê artêşa tecawizkar a bi navê DAIŞ'ê têk birin, di heman demê de mejiyê baviksalariyê yê li Rojhilata Navîn jî têk birin. Êdî li Rojhilata Navîn serdema Dehaqan bi temamî bi dawî dibe."
Li dû nîşandana sînevîzyona li ser Newrozê, koma govendê ya Komuna Jinê ya Gavle derket ser dikê û reng da resepsiyonê.
Piştre siyasetmedarên Swêdî li ser mijarên di rojevê de ne pirsên xwe pirsîn û bersiv ji van pirsan re hat dayîn.
Resepsiyona ku heta derengiya şevê dewam kir, di medya xwecihî de jî cihekî berfireh girt.
NEWROZ WÊ ÎRO LI STOCKHOLMÊ WERE PÎROZKIRIN
Kurdistanî wê îro li gelek bajar û navçeyen Swêdê Newrozê pîroz bikin. Ji van a herî girseyî, wê li paytext Stockholmê were lidarxistin.
Pîrozbahî wê saet di 17:00 de li Sollahallen a Stockholmê destpê bike û tevî parlamenterên Partiya Karker a Sosyal Demokrat a hikûmet e, delegasyonek ji 5 kesan we beşdar bibin. Tê gotin, lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt di vê pîrozbahiyê de biaxive.
Navenda Kurd a Demokratîk li Swêdê û Meclîsa Jinên Kurd a Amara, bal kişandin ser komkujiyên li Bakurê Kurdistanê ji aliyê hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk ve tên kirin û bi armanca şermezarkirina van komkujiyan banga tevlîbûna li çalakiya Newrozê kirin.