Pîrozbahiyên Newrozê li Danîmarkayê destpê kirin

Hevserokatiya Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Danîmarkayê, bernameya pîrozbahiyên Newrozê yên li Danîmarkayê eşkere kir.

Hevserokatiya Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Danîmarkayê, bernameya pîrozbahiyên Newrozê yên li Danîmarkayê eşkere kir.

Hevserokatiya Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Danîmarkayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bernameya pîrozbahiyên Newrozê yên li Danîmarkayê eşkere kir. Li bajarên Kopenhagen, Odense, Alborg û Horsensê Newroz wê bê pîrozkirin, her wiha li playtext Kopenhagenê wê agirê Newrozê were dadan. Wekî din li Parlamenta Danîmarkayê mîna her sal wê resepsiyona Newrozê bê dayîn.

Bername bi vî rengî ye:

• 20'ê Adarê, Agirê Newrozê - København; Retortvej 45. 1.th 2500 Valby
• 20'ê Adarê Newroza li Ålborg - Sønderbroskolen, Sjællands Gade 2, 9000 Ålborg
• 21'ê Adarê Newroza li Horsens; Sønderbro Kulturhus, Lindvigsvej 4, 8700 Horsens
• 21'ê Adarê li Parlamenta Danîmarkayê Resepsiyona Newrozê, Kurdisk Forum
• 26'ê Adarê Newroza li København; Albertslund Musikteatret, Bibliotekstorvet 1-3, 2620 Albertslund

LI ODENSE PÎROZBAHIYA GIRSEYÎ YA NEWROZÊ

Pîrozbahiyên Newrozê yên li vî welatî, duh bi şeveke girseyî ya li bajarê Odense destpê kir.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê Adem Ûzûn, Berpirsyarê Têkiliyên Derve ya Partiya Sor-Kes a Danîmarkayê Nikolaj Villumsen, nûnerên PYD Danîmarka, Odense Pir Sultan Abdal Kulturforening û Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Danîmarkayê axivîn.

Ûzûn di axaftina xwe ya li vir de destnîşan kir ku Federasyona Rojavayê Kurdistanê, li hemberî civînên ev 6 sal in tên lidarxistin û proje û çareseriyekê ji şer re pêşkêş nakin, bersiva hêzên tevlî van civînan nayên kirin e, ku bi projeya çareseriyê hatiye dayîn.

Ûzûn diyar kir, bi Newrozê re Federasyona Rojava mizgîniya biharê daye gelên Rojhilata Navîn û got, "Newroz wê bibe roja destpêkê ya şênberiya mezinbûna xweseriya demokratîk û pêvajoya şoreşê ya li Bakurê Kurdistanê. Bi vê Newrozê re gelê Kurd li Cizîr, Silopiya, Sûr û niha jî li Nisêbîn û Geverê wê bibe destpêka qezenckirina bi berxwedanê re. Pêwîste gelê me yê li Ewropayê jî xwe weke temaşevanekî dûr ê vî şerî nebîne, berevajî divê xwe weke hêza esasî ya şoreşê bibîne û çi ji dest tê bike."

Ûzûn bang li gelê Kurd ê li Ewropayê dijî kir, ku ala berxwedanê bi dirûşma Mehmet Tûnç a "Li pêşberî dijmin me serî netewedan, em teslîm nebûn, bi me re serbilind bikin" mezin bike.

Nikolaj Villumsen jî komkujî û êrîşên TC ên li Kurdsitanê şermerzar kir û berxwedana gelê Kurd silav kir.

Hunermend Pinar Aydinlar, Memo Gêlo, Alî Şengalî, Rojava Efrîn, Dilyar Ebdo, Hayîder Nasser jî di şevê de derketin ser dikê û koma govendê Koma Zerdeşt reng da pîrozbahiyê.

...