Pîrozbahiyên damezirandinê li Elmanya destpê kirin

Pîrozbahiyên damezirandinê li Elmanya destpê kirin

Li bajarê Gîessen ê Elmanya salvegera damezirandina PKK’ê bi tevlîbûna sedan Kurdistaniyan hat pîrozkirin.

Li bajarê Gîssen ê Elmanya bi wesîleya 36. Salvegera Damezirandina PKK’ê şevek hat organîzekirin. Bi sedan Kurdistanî beşdarî şevê bûn. Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di şevê de siyasetmedar Ahmet Aktaş axaftinek kir. Aktaş diyar kir ku PKK bi çend kesan hat damezirandin û îro gihiştiye mîlyonan. Aktaş anî ziman ku PKK her roja diçe mezin dibe û got, “Kurdistanê di şexsê PKK’ê de koletî şkand. Ev têkoşîna ku bi komek Apocî destpê kir, niha li her cihî ji bo azadiya gel berxwedanê dike.”

Aktaş wiha dewam kir: “Di berxwedana Kobanê, Şengal û Rojava de her kesî careke din hêza gelê Kurd dît. Dema em bibin yek wê ti kes nikaribe li hember têkoşîna gelê Kurd bisekine. Eger em û têkoşîn hatibe vir ev bi saya Hakî, Kemal û bi hezaran şehîdên me ye.”

Piştî axaftinan Koma Tore, Koma Zerdeştê Kal, Elîf Gavan, Koma Dimilî, Koma Takî û Koma Akm wetzlar stran gotin.