Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê didomin
Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê didomin
Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê didomin
Li bajarê Orebro yê Swêdê 64’mîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bicoş hate pîroz kirin.
Di pîrozbahiya rojbûna Ocalan de zêdetirî 200 kes tevlîbûn û di pîrozbahiyê de Serokê Meclisa Gel Şefîq Colemêrgî axaftinek kir.
Colemêrgî rojbûna Ocalan li hemû gelê Kurdistanê pîroz kir û da diyarkirin ku, Ocalan bi tekoşîna ji bo gelê Kurd dayî bûye rêberê gel û balkişande ser girîngiya rêberê gel.
Piştre pasteya rojbûna Ocalan ji aliyê jinên ku nêzên wan di tekoşîna azadiya Kurdistanê de hate birîn.
Piştî birîna pasteyê Kurdistaniyan govend girêda û sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bican bixwîn em bi te re ne ey Serok” hatin qîrîn.
Pîrozbahiya ku ji aliyê Meclisa Gelê Kurd ya li Orebroyê ve hatî organîzekirin heye direngiya şev dom kir.