Piraniya bajarokê Til Eran ket destê hêzên rejîmê

Piraniya bajarokê Til Eran ket destê hêzên rejîmê

Hêzên Rêjîma Baas beşek mezin a bajarokê Til Eran ê Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurd in ji destê çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) derxist.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin pevçûnên ku li derdora Helebê di navbera hêzên Rêjîma Baas û çeteyên DAIŞ'ê de derketibûn bi dijwarî dewam dikin. Hate gotin ku hêzên Rêjîmê piştî ku herêma Meamil Dîfai (fabrîqeyên lojîstika leşkeriyê) ên li ser rêya balafirgeha Helebê bidest xistin, ber bi bajarokê Til Eran ê Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurd in ve pêş ketin.

Hate ragihandin ku piştî pevçûnên dijwar hêzên Rêjîmê piraniya Til Eran ji destê çeteyên DAIŞ'ê derxistiye.

Hate gotin ku di pevçûnên hîn dewam dikin de 3 endamên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Li aliyê din fermandarekî tevgera koma bi navê Ehrar El-Şam a Îslamî agahiyên ku dibêjin “DAIŞ'ê û Lîwa El-Tewhîd navenda tugaya 80'î û avahiya postê bidest xistine” derewandin. Fermandar destnîşan kir ku herêm hîn qadeke pevçûnên dijwar e.

Li aliyê din şer û pevçûnên ku li piraniya taxên Helebê derketine dewam dikin û hêzên rêjîmê pêş dikevin. Rêyên taxên Kurdan ên Helebê jî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine girtin û rêya derbasbûna erzaqan hatiye girtin.

Hêzên YPG'ê jî bi derfetên xwe rêyan vedikin û pêdiviyên jiyanî derbasî taxan dikin.

Li piraniya Taxên Helebê ceyran tune ye û gel ji ber şer û pevçûnan di nava zehmetiyan de ye.