Pîr Heyîder: PDK ji hêza rojnamevanan ditirse

Endamê Malpera Zêwe Newsê Pîr Heyîder, nerazîbûn nîşanî girtina rojnamevan Silêman Ehmed da û ji bo serbest berdana wî herkes vexwend ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Sêmalka re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ji hingî ve agahî jê nayê wergirtin.

Rojnamevan û her wiha endamê Malpera Zêwe Newsê Pîr Heyîder têkildarê zextên li ser rojnamevanan ji ANF’ê re axivî. Heyîder anî ziman ku PDK ji hêza rojnamevanan ditirse û ji bo rastiya xwe veşêre serî li zext û binpêkirina maf dide.

‘RASTÎ WÊ TI CAR NEYÊN VEŞARTIN’

Heyîder destnîşan kir ku ragihandin di roja me ya îro de li cîhanê xwedî pozîsyonek girînge û dikare rola sereke bilîze û got, “Ji ber vê yekê di nava van salên dawî de gelek rojnamevan hatin girtin, qetilkirin û windakirin. Desthilatdarî ji hêza rojnamevanan ditirs in. Ji ber vê yekê bi her cure êrîş dikin û bi zextê hewl didin rojnamevanan bêdeng bikin.”

Heyîder, êrîşên dewleta Tirk a li dijî rojnamevanên muxalîf jî bibîr xist û wiha dewam kir, “Li ti devera cîhanê mîna dewleta Tirk êrîşê rojnamevanan nake. PDK jî îro li Başûrê Kurdistanê di girtina rojnamevanan de rola sereke ya dewleta Tirk pêk tîne. Li Başûrê Kurdistanê li dijî rojnamevanan zextek mezin heye. Nahêlin rojnamevan bi awayekî azad xebatên xwe pêk bînin. Girtina edîtorê Ajansa RojNews’ê mînaka vê ye. Ev zext nîşaneya tirsa wan e. Ji bo rastî dernekeve holê pêşiya ragihandina azad digirin.”

GEL LI DIJÎ DESTHILATDARIYA BAŞÛR BI BERTEK IN

Heyîder, bal kişand ser krîza aborî, siyasî û leşkerî yên li cîhanê û wiha dewam kir, “Ev krîz bi taybetî li Başûrê Kurdistanê kûrtir bûye. Her roj bi hikûmeta Iraqê re pirsgirêk dijîn. Bi taybetî di mijara mûçeyan de. Desthilatdariya Başûr gel xistiye çi rewşê em dibînin. Xizanî her ku diçe zêde dibe. Gelê Başûr ên ku li dijî vê krîzê bi bertek in, hene. Dixwazin kîn û hêrsa di dilê xwe de derxînin û ji raya giştî re parve bikin. Lê desthilatdariya Başûr bi girtina rojnamevanan û zextan hewl dide pêşiya vê rastiyê bigire. Naxwazin kesek li dijî wan axaftinek jî bike.”

‘PÊWÎSTE SAZIYÊN PEYWENDÎDAR BI ERKÊN XWE RABIN’

Rojnamevan Pîr Heyîder, di dawiyê de bang li saziyên peywendîdar kir ku bi erkên xwe rabin û got, “Divê demildest edîtorê beşa Erebî yê Ajansa RojNews’ê Silêman Ehmed serbest bê berdan. Em weke rojnamevanên Şengalê, li dijî girtin û zextên li ser rojnamevana ne. Her wiha em daxwaza azadiya rojnamevan Silêman Ehmed dikin.”