Phîllîps: DYA dikare qanûna Magnîtskî li ser Erdogan pêkbîne

Zanyarê Amerîkî Davîd Phîllîps ê ku di Dadgeha Navneteweyî a li paytext Parîs a Fransa weke şahid dihat guhdarkirin wiha got, DYA dikare pêkanînê malî û qedexeya vize li ser Erdogan bide kirin.

Dîrektorê Zanîngeha Columbia a Kar û barê Mafê Aştî û Mirovan Davîd L. Phîllîps, di mijara dewleta Tirk a li herêmê alîkariyê dide komên “terorîst” yên weke DAIŞ û EL Kaîde de şahidî kir.

Phîllîps ê ku berê li Wezareta Karê Derve ya DYA de şêwirmendî dikir, di şahidiya li ser Skype kirî de got, ev alîkariya dewleta Tirk ji aliyê Servîsên Amerîka ve jî hatiye tespît kirin. Phîllîps got: “Hikûmeta Tirk birina çekan hêsan kir û Wezîrê Karê Hindir 2014’an de bi biryarek fermî piştgiriya ji bo El Nusra pejiran dibû.”

Zanyar Phîllîps TIR’ên MÎT’ê jî bibîr xist û bal kişand ser, perwerdeya leşkerî ya ji bo DAIŞ’ê hate dayîn, bazirganiya Petrolê û alikariya tendurustiyê.

Phîllîps ê ku behsa bazirganiya kargeha zavayê Erdogan Berat Albayrak a bi DAIŞ’ê re dike û got: “Endamên Kongreya Dewletên Yekgirtî ên Amerîka niha bi hukumetê re di hevdîtinê dene. Dixwaze qanûna Gerdûnî ya Magnîtskî bi Erdogan bide kirin. Ev yek pêkanîneke li hemberî kesan e.”

Qanûna Magnîtskî, meha Mijdar- Kanûna sala 2012’an di Kongreya Amerîka û serokê demê Obama ve hatiye erkêkirin. Ev metin, pêkanînên malî û qedexeya vîze ya têkildarî Rûsyayên ku têkildarî kuştina parêzer Sergey Magnitisk ê li girtîgehê sala 2009’an li Moskova hatibû kuştin derketiye.

Phîllîps got: “ AKP weke çiqek yê Birayên Misilman tevger dike” û wiha dewam kir: “ Destekdayîna Tirkiyeyê û di operasyonan de dabînkirina çekan, Tirkieyê di vî alî de dike hevkarê sûcan.”