Peywira Şaredarê Cizîrê yê Girtî Budak dîsa dan wî

Peywira Şaredarê Cizîrê yê Girtî Budak dîsa dan wî

Şaredarê Cizîrê Aydin Budak ku bi hinceta axaftinek kiriye ji peywirê hatibû girtin, bêyî biryara 8. Şûreya Dewletê ji peywirê hatibû girtin. Şûreya Dewletê dîsa peywira Budak paşve da û teslîmî Budak kir. 

Şaredarê Cizîrê yê berê di 24'ê Kanuna 2009'an de ji doza KCK'ê hatibû girtin. Doza der heqê Şardarê Cizîrê Aydin Budak de ku ji doza KCK'ê girtiye di 21'ê Adara sala 2007'an de bi îdîaya propagandaya rêxistinê kiriye li 5. dadgeha cezaya giran a Amedê hatibû dîtin. Dadgehê 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîbû. 8. Şûreya Dewletê biryara der barê Budak de erê kir û Budak ji kar dûr xistibû. Hatibû zanîn ku Qeymeqamê Cizîrê ji Şaredariya Cizîrê re nivîsek rê kir û diyar kir ku li gorî madeya 53/1. a bi hejmara 5237'an Budak ji kar hatiye dûrxistin. Lê derketibû holê ku Qeymeqamê Cizîrê bêyî biryara Şûreya Dewletê biryar daye û dawî li peyvira Şardar anîye. Di çarçoveya 3. Pakêta darazê ku di 5'ê Tîrmeha 2012'an de di rojnameya fermî de hatibû aşkerekirin cezayê Budak taloq bûbû. Biryara der barê Budak de di 13'ê Kanûna 2012'an de teqez bûbû.

Dadgeha 5. di 24'ê Sibata 2012'an de bi hêjmara 2007/233'an û bi nivîsa Waliyê Şirnexê ya 30'ê Adara 2012 û nivîsa hêjmar 170'ê ji peywirê hatibû girtin. Şaredarê Cizirê Aydin Budak dîsa bi biryara 8. Şûreya Dewletê ya esasa 2012/3944'an û hejmar 2013/3236'an li karê wî hat vegeradin. Şûreya dewletê peyvira Budak dîsa paşve da.