Peykerê Qirkirina Suryaniyan li Atînayê tê çikandin

Peykerê Qirkirina Suryaniyan li Atînayê tê çikandin

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, bi merasîmeke 19'ê Mijdarê roja Yekşemê re wê vekirina Peykerê Qirkirina Suryaniyan bê kirin. Bi vî rengî hejmara welatên ji bo Asûrî-Suryanî-Keldanî yên di sala 1915'an de rastî qirkirinê hatin Peykerê Bîrdariyê danîn, derdikeve şeşan.

Beriya niha peykerên qirkirina Suryaniyan li DYA, Rûsya, Ermenîstan, Fransa û Belçîkayê hatibû danîn. Li paytexta Swêd Stockholmê jî ji bo çikandina peyker, amadekarî dewam dikin.

Danîna peykerê qirkirinê ji bo Suryaniyan, ji aliyê Federasyona Suryaniyan a li Yewnanîstanê û Şaredariya Egaleo ve hatibû pêşniyarkirin.

Xebatên peyker ên ev sê sal in dewam dikin, di rojên bihurî de qediyan û peyker ji bo vekirinê hat amadekirin. Merasîma vekirinê ya 19'ê Mijdarê roja Yekşemê ji aliyê Şaredariya Egaleo û Seyfo Centerê ve ê lidarxistin û wê ji welatên cuda zanyar, polîtîkavan, Şaredarê Egaleo, Serokê Seyfo Centerê Sabrî Atman beşdar bibin û biaxivin.

Seyfo Center ku bi lêkolîn û xebatên xwe yên li ser mijara qirkirinê tê naskirin ragihand ku merasîma vekirina peyker wê li Meydana St Spridon a li pêşberî Dêra St. Spridonê saet di 11:00 de bê kirin.