Peyama siyasetmedaran a di berxwedana Êlihê de
Nûnerên partiyên siyasî serdana gelê ku li Êlihê li ber xwe didin kirin û li dijî faşîzmê peyama têkoşîna hevpar dan.
Nûnerên partiyên siyasî serdana gelê ku li Êlihê li ber xwe didin kirin û li dijî faşîzmê peyama têkoşîna hevpar dan.
Li Êlihê çalakiyên piştî desteserkirina peywira hevşaredarên Êlihê Gulîstan Sonuk û Yeşîl Işik dewam dikin. Gel li Xaçerêya Basinê ya li navenda Êlihê nobetê digirin. Hevserok, serok û nûnerên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Sosyalîsta a Bindestan, Partiya Şoreşger, Partiya Herêmên Demokratîk, Partiya Jinûve Rizgarî ya Sosyalîst, Platforma Piştevaniyê ya Sosyalîst, Malên Gel, Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), Partiya Mirov û Azadiyê (PIA), Federasyona Elewiyên Bektaşî, Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û sendîkayên girêdayî vê. Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Platforma Azadiya Civakî, Federasyona Meclîsên Sosyalîst, Partiya Kedê (EMEP û HDP serdana gel kirin û daxuyanî hate dayîn.
Bi hezaran kes tevlî daxuyaniyê bû û dirûşmeyên Êlih ya me ye, rûmeta me ye”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin berz kirin.
‘EM Ê HETA DAWÎ TÊBIKOŞIN’
Berdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş axivî û got: “Gulîstan Sonuk weke rûmeta jinan li vir e. Li dijî HUDA-PAR’ê jî desthiladariyê jî ji 3 kesan dengê 2 kesan girt û bi ser ket. Desthilatdarî qeyûmmê tayîn kir. Em qeyûmê nas nakin. Em ê li ber xwe bidin, em qeyûmê we qebûl nakin. Em ê heta dawî li ber xwe bidin. Dixwazin bi zext, zordarî û polîsan îradeya vî gelî bitepisînin. Hûn çend caran têk çûn, gel we naxwaze. Hûn desthilatdariyeke darbekar in.”
Serokê Giştî yê Federasyona Elewiyên Bektaşî Mustafa Aslan jî wiha got: “Em rûbirûyê zîhniyetekî înkarê ne. Em ê li dijî vê zîhniyeta qeyûmê bi têkoşîna gel û baweriyan bi hev re têkoşîna demokrasiyê bidin.”
‘EM VÊ DESTESERKIRINÊ NAS NAKIN’
Seroka Malên Gel Nebiye Mertturk jî wiha got: “Bi polîtîkayên zextê yên bi salan in dewam dike, hewl didin welat bi rê ve bibin. Çi dikin bila bikin bi mîlyonan kesên ku gav paşde navêjin, dest ji têkoşîna aştî û nanê bernadin dîtin. Em li dijî faşîzmê li kêleka hev in. Em vê desteserkirinê nas nakin.”
Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê Sînan Çîftyurek got: “Em vê terora siyasî nas nakin. Gelê me qeyûmê nas nake û xwedî li îradeya xwe derdikeve.”
‘EM Ê LI KOLANAN LI BER XWE BIDIN’
Endama Lîjneya Rêveberiya Navendi ya ESP’ê Safiye Ok got: “Darbeta qeyûmê beriya 8 sal dest bi binçavkirin û girtina hevserokên me kir. Gelê me li dijî mêtîngeriya qeyûmê 8 sal in li ber xwe dide. Gelê me dîsa li ber xwe dide. Ji niha û pê ve jî wê li ber xwe bide, em ê li van kolanan bi bilindkirina meşaleya azadiyê bi ser bikevin.”
BERTEK NÎŞANÎ TECRÎDA ÎMRALIYÊ HATE DAYÎN
Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk jî wiha axivî: “Em demokrasiya tam, xwişk û biratiya tam û wekheviya tam dixwazin. Dibêjin ‘Me destê xwe dirêj kir’. Belê, ji bo silavdayînê dirêj kirine, lê destê xwe yê din jî kirine kulm. Em vê jî qebûl nakin. Dibêjin bila aştî were welatê me. Erê, bila were. Bila gelê Kurd aştiyê bîne. Lê wê çawa bîne?. Tecrîdê rakin bila wisa bîne.”
Berdevka SODAP’ê Kezban Konûkçû jî wiha got: “Naxwazin em bi hev re bijîn û bi rêve bibin. Gelo mafê me jî nîne em rêve bibin? Dema em şaredariyên xwe birêve bibin wê ewqaş tişt bê guhertin ku em ê pergalekî bi xwişk û biratiyê ava bikin. Ew vê naxwazin. Ji ber ku ev wê dawiya wan bîne. Lê em bi biryar in ku dawiya wan bînin.”
Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş jî anî ziman ku tişta ku dikin ne qanûnî ye û hewldaneke bêexlaq, bêwijdan û bêrûmetiye.
Li ser navê Partiya Mirovahî û Azadiyê Mehmet Kamaç peyama piştevaniyê da. Berdevka TOP’ê Juliana Gozen got: “Em bi gelê Kurd re ne, em îro li vir in, sibê jî wê li vir bin.”
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Gamze Taşçi bi bîr xist ku berxwedana li dijî qeyûman 2 roj in dewam dike û anî ziman ku ew ê çok nedeynin.
Hevşaredara Êlihê Yeşil Işik ku peywira wê hat desteserkirin ji bo beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî spas kir. Işik bal kişand ser polîtîkayên li ser Êlihê tê meşandin û wiha got: “Îro cara sêyemîn e ku qeyûm tayînî şaredariyên me dikin. Weke hûn jî dizanin qeyûm talan e, zilm e, dijminatiya ziman û nasnameya Kurd e. Qeyûm dizîtî ye. Me tu car li hemberî van polîtîkayan serî netewand û emê ji niha şûnde jî netewînin. Em ê likolanan li ber xwe bidin.