Peyama Kongra-Gel a ji bo Newrozê: Divê gel rabin ser pêyan

Dîwana Hevserokatiya Kongra-Gel bi wesîleya 21’ê Adarê Cejna Newrozê peyamek weşand û bang li gel kir ku bila rabin ser pêyan û li ser Ewropayê bandoreke xurt çêbikin.

Dîwana Hevserokatiya Kongra-Gel bi wesîleya 21’ê Adarê Cejna Newrozê peyameke nivîskî weşand.

Di peyama Kongra-Gel de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di şertên cihê û li her qadê em bi berxwedanê dikevin Newroz 2019’an. Rêber Apo li Îmraliyê li ber xwe dide, li hemû parçeyên Kurdistanê gelê me û gerîlla li ber xwe didin. Gelê Efrînê li ber xwe dide. Nêzî heft hezar çalakgerên greva birçîbûnê li girtîgehan li ber xwe didin.

Berxwedana ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ a ku bi pêşengiya çalakgerên greva birçîbûnê û gel tê kirin, di raya giştî de bihistyariyeke mezin ava kir. Li hemberî dîwarê bêdengiyê yê faşîzmê, rêheval Zulkuf Gezen çalakiyeke fedaî li dar xist.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di warê leşkerî de DAÎŞ têk çû û beriya Newrozê vê serkeftinê bandoreke erênî li ser moral û motîvasyona gelê me kir.

Em bi berxwedanên mezin dikevin Newroza 2019’an. Rejîma faşîst a dewletê jî di warê aborî û siyasî de têk diçe. Hilbijartinên herêmî yên ku ew ê werin lidarxistin wê ji bo rejîma faşîst a dewletê bibe destpêka têkçûnê. Ji ber vê jî tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê di nav tirseke mezin de ne û êrîşî gelê Kurd dikin.

Revandina cenazeyê rêheval Zulkuf Gezen diyar dike ku rejîma faşîst gelekî ji berxwedan û hêrsa gelê me ditirse. Giyanê pêvajoyê giyanê serkeftinê yê hêval Zulkuf Gezen e. Bi vî giyanî em ê Newrozê pîroz bikin. Newroz 2019’an wê ji bo şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê bibe wesîle.

Berxwedana Leyla Guven di roja 132’an de ya Nasir Yagiz jî di roja 119’an de ye. Hemû çalakgerên greva birçîbûnê diyar dikin heta ku tecrîd bişikê wê berxwedana xwe bidomînin. Sala 2019’an wê ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê bibe saleke diyarker. Ji bo pêşveçûna vê pêvajoyê jî tişta ku roleke sereke dilîze berxwedana grevên birçîbûnê ye. Ji bo ku ev tecrîd were şikandin divê gelê me li dora çalakgerên greva birçîbûnê rabin ser pêyan.

Pîrozbahiyên Newrozê divê li ser esasê geşkirina berxwedanê be. Em bi giyanê Newrozê tecrîdê bişkînin. Şikandina tecrîdê tê wateya têkçûna dewleta faşîst. Divê gelê me bi giyanê berxwedanê Newrozê pîroz bike. Bi Newrozê re divê çalakiyên ji bo greva birçîbûnê werin geşkirin.

Em bi giyanê fedaî yê heval Zulkuf Gezen (Ozgur) Newroza gelê xwe pîroz dikin û li ser esasê şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê, banga geşkirina têkoşînê dikin.”