Peyama girtiyan: Berxwedan wê tecrîda li ser Rêber Apo bişikîne

Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Dûmlû ya Erziromê, ev peyam şandin: “Têkoşîn me ya ku li hundir û derve mezin dibe, wê tecrîda li ser Rêber Apo bişikîne.”

JI GIRTIYAN PEYAM

Girtiyên siyasî yên di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de ji 27’ê mijdara 2023’yan ve di çalakiyê de ne, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bidorveger ji 4’ê nîsanê ve veguhestin qonaxeke nû. Girtiyan di vê qonaxê de biryar girtin ku dadgehan boykot bikin û bi malbatên xwe re telefonê neaxivin û dernekevin hevdîtinên bi malbatan re.

Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Dûmlû ya Erziromê di hevdîtina bi parêzerên xwe re de cejna malbatên di çalakiya Nobeta Edaletê de û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Girtiyan bi rêya parêzerên xwe ev peyam şandin: “Em we bi hêza têkoşînê silav dikin. Di serî de Rêberê Apo, cejna herkesên di her qada jiyanê de têdikoşin pîroz dikin. Têkoşîna ku malbat û dayikên me yên hêja dimeşînin hêz û moralê dide me. Em vê têkoşîna birûmet a malbatên xwe silav dikin. Têkoşîna me ya li hundir û derve mezin dibe dê tecrîda li ser Rêber Apo bide rakirin. Em hemû gelê xwe silav dikin.”