Peyama Demîrtaş a bi deng: Li Tirkiyeyê wê serdemek biqede!

Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş got, dengekî bi tenê jî dikare çarenûsê diyar bike û destnîşan kir ku divê her kes bi xurtî bixebite. Demîrtaş got, "Li Tirkiyeyê wê serdemek biqede. Serdema zext û zilmê wê biqede."

Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş bi rêya hesabê xwe yê Twitterê peyameke bi deng weşand.

Peyama Demîrtaş wiha ye:

"Demeke kin ma. Tenê çend roj û çend saet amne. Ez spasiya her kesî dikim ku li hemberî astengiyan bi derfetên kêm kampanyayeke bêhempa meşandin.

Eşkere ye ku wê dengdan di asteke gelekî krîtîk de bê kirin. Em gihîştine wê astê ku êdî dengekî bi tenê jî dikare çarenûs û paşeroja Tirkiyeyê û civakê diyar bike. Saetên dawî, rojên dawî gelekî girîng in. Divê her kes gelekî baş bixebite.

Divê bi heman biryardariyê xwedî li dengan, xwedî li sidoqan derkevin. Ez pê bawerim ku di 24'ê Hezîranê de wê demokrasî bi ser bikeve, wê alîgirên demokrasiyê bi ser bikeve. Wê encameke girîng derkeve holê û em ê bibînin ku hilbijartin wê bibe wesîleya girtina serdemekê li Tirkiyeyê. Serdema zext û zilmê wê bê girtin. Di nava serweriya hiqûqê, edalet, aramî, bawerî û xweşguzariya aborî de wê rewşeke hê xweş ava bibe.

Ez li bendê me ku hemû hevalên dixebitin, bi vê bîr û baweriyê heta saeta awî, heta ku encamên fermî eşkere bibin, xwedî li dengan û sindoqan derkevin. Karê me çi dibe bila bibe, divê em bi hesasiyeteke mezin dema xwe bidn kampanya hilbijartinê û ewlekariya sindoqan.

Ji vê derê spasiya her kesên ku tevlî kampanyayê dibin, dikim. Hûn her hebin. Ji dil û can silavên xwe ji we re dişînim."