'Pêwîste kurd bi yek şandeyê tevlî Cenevreyê bibin'
'Pêwîste kurd bi yek şandeyê tevlî Cenevreyê bibin'
'Pêwîste kurd bi yek şandeyê tevlî Cenevreyê bibin'
Siyasetmedar û endamên sazî û meclîsan ên Rojava dan zanîn ku pêwîste gelê kurd bi yek şandeyê û bi navê Desteya Bilind tevlî civîna Cenevreye 2 bibin.
Endamê Rêveber ê Şaxê PYD'ê li Efrînê Selah Sîno da zanîn ku lidarxistina Civîna Cenevreyê 2 ji bo pirsgirêkên li Sûriyê tiştekî girînge. Sîno, destnîşan kir ku pêwîste gelê kurd bi yek şandeyê tevî civîna Cenevreyê 2 bibin û got: " Kurd ku bi yek şandeyê tevlî civîna Cenevreyê bibin dê hêza xwe nîşan bidin."
Endamê Rêveber ê Saziya Civakî ya Sivîl Mistefa Mihemed diyar kir ku gelê kurd bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê de destkeftiyên xwe bidest xistin û derfetên dîrokî peyda kirin. Mihemed got ku niha gelê kurd ku niha xwe birêve dibe pêwîste derfetên xwe dewam bikin û bi şandeyek yekbûyî bi navê Desteya Bilind a Kurd tevlî Cenevreye 2 bibin. Mihemed helwesta hikûmeta Tirkiyê a li dijî pirsgirêkên gelê kurd şermezar kir.
Welatiyê bi navê Elî Hemo da destnîşan kir ku ji gelê kurd tê xwestin ku yekîtiya xwe ji raya giştî re nîşan bidin û bi şandeyek yekbûyî tevlî Cenevreyê2 bibin. Endamê Desteya Rêveber a Rêxistina PYD'ê ya Kobanê Nûrî Mehmûd got ku pêwîste gelê kurd di Cenevreyê de cihê xwe bigerin. Mehmûd, bibîr xist ku her dem gelê Sûriyê bûye qurbaniya hêza derve. Mehmûd da zanîn ku Encumena Niştimanî Kurdî (ENKS) nikare nûnertiya gelê kurd bike û destnîşan kir ku ENKS'ê bi daxwaza hêzên derve tevlî Koalîsyonê bû ye.
Endamê Desteya Navendî ya Partiya Demokratî Kurd – Sûriyê Îsa Kîlo bibîr xist ku gelê kurd di nava 3 salan de gelek destketî bidest xistine. Kîlo anî ziman ku her aliyek dixwaze ji bo berjewendiyên xwe tevlî civîna Cenevreyê bibin û da zanîn ku pêwîste gelê kurd bi navê Desteya Bilind a Kurd tevlî civînê bibin.
Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Eyşe Efendî diyar kir ku pêwîste gelê kurd bi şandeyek serbixwe û bi navê Desteya Bilind tevlî civîna Cenevreyê bibin. Efendî da zanîn ku Tirkiyê û Emarîka di nava hewldanan de ne ku di Cenevreyê de mijara kurdan neyê gotûpêjkirin û ev tişt gotin:" Pêwîste kurd bi yek şandeyê tevlî Cenevreyê bibin û mijdara kurdî pêwîste bê nîqaşkirin."
Welatiyê bi navê Elî Minîcer jî destnîşan kir ku pêwîste di civîna Cenevreyê de pirsgirêkên gelê Sûriyê bên çareserkirin. Minîcer, da zanîn ku ew dixwze ku kurd bi yek şandeyê tevlî civîna û li ser navê Desteya Bilind a Kurd tevlî Cenevreyê 2 bibe.
Endamê Rêxistina PYD'ê ya Til Temir Ebdulrehman Mûsa bibîr xist ku gelek plan li dijî gelê kurd hatine kirin. Mûsa da zanîn ku pêwîste gelê kurd bi yek şandeyê û bi navê Desteya Bilind tevlî civîna Cenevreyê bibin û mijdara kurdî di civîna Cenevreyê de bê gotûbêjkirinl. Mihemed, destnîşan kir ku gelê kurd ku li ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan gavên xwe avêt karîbû gelek destkeftiyan bidestbixe.
Endamê Saziya Çand û Hunerê ya Til Temirê Ciwan Dawê destnîşan kir ku pêwîste hemû partiyên kurdî li hev bikin û di civîna Cenevreyê de bi yek şandeyê tevlî civînê bibin.
Endamê Saziya Zimanê Kurdî Yasmîn Osman jî destnîşan kir ku partiyên kurdî dikarin xwe bikin yek û bi yek şandeyê tevlî civîna Cenevreyê bibin û mafên gelê kurd bi destbixin.
Endamê Mala Gel a Til Temir Umer Dêrik diyar kir ku gelê kurd pêwîste bi yek nerînê tevlî civîna Cenevreyê bibin û da zanîn ku tevlîbûna civînê di nava ENKS'ê de dê bandora neynî li pirsgirêka kurd bike. Umer bang li hemû partiyan kir ku bi navê Desteya Bilind tevlî civînê bibin.
Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Şînda Seydo destnîşan kir ku hemû gelê kurd dixwazin ku kurd bi navê Desteya Bilind tevlî civîna Cenevreyê bibin.